Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin 2023-01-31 16:01:03   STENBOL - Dema binçavkirinê ya xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin. Parêzêrên Altay, li dijî biryara dirêjkirina dema binçavkirinê li Dadgeriya Cezayên Silhê ya Nobedar a Stenbolê îtîraz kirin.   Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay, di 28’ê çileyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hatibû binçavkirin. Altay, li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tê ragirtin û dema binçavkirina wê cara 3’yemîn hate dirêjkirin. Parêzerên Altay li dijî biryara dirêjkirina dema binçavkirinê, li Dadgeriya Cezayên Silhê ya Nobedar a Stenbolê îtîraz kirin.    Di îtîrazê de ev daxwaz hate kirin: “Bila sepana girtin, binçavkirin-ragirtin, destdanîna ser û bisînorkirinê ya neheq û derhiqûqî tavila bi dawî bibe, miwekîla me were berdan û alavên wê yên şexsî lê werin vegerandin.”    Di daxwaznameya îtîrazê de hat destnîşankirin ku ji ber biryara bisînorkirinê ya li ser pêvajoya lêpirsînê, nikarin xwe bigihînin dosyaya Altay, hevdîtina piştî 24 saetên binçavkirinê hatiye astengkirin û ev sepan jî li dijî Makeqanûnê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.