Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn 2023-01-31 15:00:33   NAVENDA NÛÇEYAN – Hat ragihandin ku Tirkiyeyê di êrişên li dijî herêma Çemçoya bi ser Şeladizê ve du caran bombeyên qedexekirî bikar aniye.    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser deverên başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku nûçeya xwe spartiya daxuyaniya HPG’ê; Tirkiyeyê li herêma Çemçoya bi ser Şeladizê ya başûrê Kurdistanê ce 2 caran bombeyên qedexekirî bikar aniye û 13 caran jî bi balafirên şer û bi dehan obüs, tank û çekên giran deverê bombebaran kiriye.    Di nûçeyê de tê gotin ev êrişên bombeyên qedexekirî di navbera 29-30’ê çile de pêk hatine. Her wiha di navbera 13, 26, 27 û 28’ê çile de jî li qadên Stûnê, Şûkê, Dola Maran, Dola Konferans û Geliyê Avaşîn, Girê Cûdî, Girê Bihar û Girê Amediyê yên bi ser devera Avaşînê ve 13 caran hatine bombebarankirin.