KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir 2023-01-31 14:14:11   NAVENDA NÛÇEYAN - KODAR’ê ji bo piştgirî û piştevaniya bi mexdûrên erdheja bajarê Xoy ê rojhilatê Kurdistanê re bang kir û got: “Divê gelê me ji bo mexdûrên Xoyê bikeve seferberiya alîkariyê.”    Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji bo alîkariya mexdûrên erdheja li Xoyê banga alîkariyê li gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir. KODAR’ê destnîşan kir ku erdheja li Xoyê pêk hatî, gelê kurd û azerî di vê werza zivistanê de xistiye nava zorî û zehmetiyan û wiha got: “Em ji bo malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin.”    Bi domdarî KODAR’ê wiha got: “Di demekê de ku şert û mercên zivistanê giran de, li bajarê Xoyê erdhej pêk hat ku hem Xoy û hem jî Urmiye ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye paşguhkirin. Vê yekê jî qeyran û krîza heyî girantir kiriye. Civak nikare pêwîstiyên xwe yên jiyanî peyda bike. Desthilat alîkariya mexdûran nake, agahiyên zelal li ser mijarê belav nake. Piranî agahiyên tên dayîn jî li ser malbat û kesên li wê herêmê tên belavkirin. Ji bo wê pêwîstî bi alîkariyeke berfireh a gelê me ya ji bo seranserê rojhilatê Kurdistanê û Îranê heye ku bikarin birînên mexdûrên erdhejê bipêçin.   BANGA SEFERBERIYA ALÎKARIYÊ   Gelê me yê rojhilatê Kurdistanê û beşên din di hemû şert û mercên pêkhatina erdhej û dîsa lêhiyê de bi awayeke berfireh mirovdostanî li gorî erkê xwe yê welatparêzî, hevkariya yek kiriye. Divê îro jî gelê me ji bo berhevkirina alîkariyê, peydakirina pêwîstiyên sereke yên jiyanî ji bo xelkê me yê Xoyê bê şandin. Ji bo Xoy bibin seferber. Divê hemû çalakvanên sivîl û saziyên sivîl li her cihê rojhilatê Kurdistanê û Azerbeycanê bêyî ku li benda desthilatdariyê bimînin, navendeke krîzê ya civakî ava bikin û alîkariya bidin xelkê Xoyê.   Banga me ya ji bo her kes, çalakvan, girse û gelê me ew e ku di rewşên krîz û zehmet de alîkariya gelê xwe bikin. Alîkariya bi xelkê me yê li Xoyê ku mexdûr bûne, erkekî exlaqî û mirovî ye.”