Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin 2023-01-31 13:05:27   STENBOL - Danişîna ewil a doza nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn bi îdiaya “li dijî qanûna civîn û meşan derketiye” jê tê darizandin hate taloqkirin.    Derbarê nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn de bi hinceta “Li dijî qanûna meş û çalakiyan derketiye" doz hat vekirin. 1'emîn danişîna doza wê li Buroya 58'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Edliya Stenbolê hat lidarxistin. Gultekîn û parêzer Sercan Kormaz di danişînê de amade bûn. Her wiha endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) ji bo piştevaniyê tevlî danişînê bûn.    Di danişînê de piştî tespîta nasnameyan dest bi îfadeyan hat kirin. Dadgehê ewilî pirsa “tu çima li wir bûyî’ li Gultekîn kir. Gultekîn îfadeyên xwe yên beriya niha li miduriyeta polîsan dabûn dubare kir û got ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî li wir bû. Gultekîn di berdewama parastina xwe de wiha got: “Di îdianameyê de gotinên weke ku em naxwazin ji qadê derkevin hatiye nivîsîn. Lê dema em ji qadê derdiketin em ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Tevî ku me got em rojnamevan in jî em hatin binçavkirin.”   Parêzer Sercan Korkmaz jî diyar kir ku dixwazin di dadgeha esasî de parastinê bikin. Danişîn piştî parastinê hat taloqkirin.   ÇI QEWIMÎ BÛ   Sazî û dezgehên kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah ê 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, bê rakirin di 12’ê Hezîranê de meş li dar xistibûn. Nûçegihanê ajansa me ErgÎn Çaglar û nûçegihana JinNewsê Rozerîn Gultekîn ku li Bûrsayê, Meşê dişopandin hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên wan hatibûn girtin, hatibûn berdan. Derbarê Çaglar û Gultekîn de îdianame hatibû amadekirin û doz vekirin.