Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin 2023-01-31 11:44:29   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu di Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê de axivî û wiha got: “Tecrîdê bi dawî bikin û deriyên Îmraliyê vekin. Divê parêzer û malbata birêz Ocalan tavilê pê re hevdîtinê bikin.”   Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku parêzer bikarin bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya parlamenteran di roja 29’an de berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê Kemal Pekoz, Fatma Kurtulan, Feleknas Uca, Muazzez Orhan, Abdullah Koç, Ayşe Surucu, Mûrat Çepnî, Saît Dede, Şevîn Coşkun û Erdal Aydemîr tev li çalakiya îro bûn. Parlamenteran dovîzên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” hilgirtin û li baxçeyê Meclisê daxuyanî dan.    GIRAVA ÎMRALIYÊ GIRÊDAYÊ KU DERÊ YE?    Parlamenter Ayşe Surucu da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û wiha got: “Ev nêzî 2 sal in jî tu agahî jê nayên girtin. Qanûnên ku li hemû girtîgehên Tirkiyeyê di meriyetê de li wir nayên bicihanîn. Gelo Girava Îmraliyê girêdayî ku derê ye? Girêdayî Tirkiyeyê nîne, bi qanûnên taybet tê birêvebirin. Bi tecrîda li ser birêz Ocalan re welêt ji krîzan rizgar nabe. Ev yek bandorê li civakê jî dike. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Her roj ji girtîgehan darbest derdikevin. Ji sala 2015’an heta niha krîz kûrtir dibin û komkujiyên jinan zêdetir dibin. Tenê di nava sala dawî de 320 jin hatin qetilkirin. Ev tevek jî têkiliya xwe bi tecrîdê re heye.”    'REWŞA ALOZ JI BER TECRÎDÊ YE’   Surucu, diyar kir ku gelê kurd ev sed sal in bi konsepta tunekirinê re rû bi rû ne û wiha pê de çû: “Budçeya herî mezin bo şer tê veqetandin. Di budçeya dawî de jî para herî mezin bo şer hate veqetandin. Ev polîtîka jî krîza heyî kûrtir dikin. Mirov êdî nikarin ji xwe re cilan jî bikirin. Jin, ciwan, karker, kedkar êdî terka welat dikin. Ev rewşa aloz tevek jî girêdana xwe bi tecrîdê re heye. Tecrîda hatiye girankirin, bandoreke giran li civakê dike. Birêz Ocalan şexsek nîne, her kes bi rola wî ya çareseriyê dizane. Birêz Ocalan ji bo aştiyê bi sala ye di nava hewldanên mezin de ye. Di navbera 2013-2015’an de bi birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Ji bo çareseriya demokratîk hevdîtin hatin kirin. Ji 5’ê nîsanê heta niha jî polîtîkaya neçareserî û tecrîdê di meriyetê de ye. Şer û alozî kûr kirin. Weke HDP’ê em ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin.”    BANG LI WEZARETA DADÊ KIR   Herî dawî jî Surucu ev tişt anî ziman: “Ji bo hevdîtinan li Wezareta Dadê serlêdan hatin kirin. Lê heta niha jî tu bersiv nehatine dayîn. Ev 29 roj in em Nobeta Edaletê digirin lê dengê me nayê bihîstin. Heta ku tecrîd bidome dê têkoşîna me jî bidome. Banga me ji bo Wezareta Dadê ye; tecrîdê bi dawî bikin û deriyên Îmraliyê vekin. Divê malbat û parêzerên birêz Ocalan bikarin pê re hevdîtinan bikin.”