Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê 2023-01-30 13:04:47   AGIRÎ - Dadgeha ku rojnamevan Azîz Orûç beraet kir û cezayê hefsê li Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û 4 kesên din birî hêceta cezadayîna xwe spart xala 283’yemîn a TCK’ê.    Rojnamevan Azîz Orûç di 11’ê kanûna 2019’an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatibû girtin û piştre hatibû tehliyekirin. Li gel Orûç, Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mufutoglû, Muhammet Îkram Muftuoglû û Hevserokê HDP’a Bazîdê yê berê Abdullah Ekelek jî di nav de bi giştî 6 kes dihatin darizandin. Di danişîna biryarê ya dozê ku di 18’ê çile de hat lidarxistin, dadgehê derbarê Orûç de biryara beraetê da û li rojnamevan Muftuoglû û 4 kesên din ceza birî. Li her yekê bi îdiaya “piştgiriya bo tawanbar” cezayê 5 mehan birîbû.    2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê ku ceza birîbû vê carê jî biryara hêceta xwe eşkere kir. Dadgehê biryara hêceta xwe ya cezakirina Dîcle Muftuoglû û 4 kesên din spart xala 283’emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) û cezabirînê jî dispêrê piştgiriya bo rojnamevan Azîz Orûç.