‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’ 2023-01-30 10:39:11 STENBOL - Hevberdevkên jin ên partiyên siyasî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek “sûcê mirovahiyê” nirxandin û gotin tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin.    Hevberdevk û serokên jin ên partiyên siyasî ku tev li Konferansa Jinan a 12’emîn ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bûn tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin û bertek nîşanî astengkirina hevdîtinan û agahînegirtina ji Ocalan û girtiyên cem wî dan û banga têkoşîna li dijî tecrîdê kirin.    TECRÎD Û CIVAK    Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Tûran diyar kir ku ew li dijî tecrîda bi salane li Îmraliyê bi awayek “dij mirovî” tê birêvebirin radibin û got: “Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li ser tevahiya civakê belav bûye. Divê ku ji bo azadiya gelê kurd û xwişk û biratiya gelan demildes tecrîd bê rakirin û azadî pêk were. Bi tecrîd û agahînegirtinê dixwazin bi temamî têkiliya birêz Ocalan û civakê ji hev qut bikin û bi tecrîdê welat ber bi bêçareseriyê ve bibin.”    ‘ÇALAKÎ ÎSYANEK BÛ’    Torûn bal kişand ser çalakiya şewitandinê ya Bubo Taş û Mehmet Akar ku li dijî tecrîdê pêk anîn û got: “Çalakiya her duyan gelek girîng e û îsyana li dijî tecrîdê ye. Ev peyama ku divê demildest tecrîd were rakirinê bû.”    TECRÎD Û ASÎMÎLASYON   Berdevka Meclisên Jinan a Sosyalîst Çîçek Otlû jî anî ziman ku bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan dixwazin şerê li dijî gelê kurd dijwartir bikin û tecrîda li ser Ocalan parçeyek polîtîkaya asîmîlasyon û tunekirina bi salan e. Oltû da zanîn ku her rejîma ku ber bi têkçûnê ve diçe êrişî girtîgehan dike û qetlîaman pêk tîne û got: “Niha jî li girtîgehan tecrîd berbelav kirine. Girtiyên nexweş bernadin, girtiyên cezayê wan qediyaye bernadin. Dibêjin ‘ya hûnê teslîm bibin an jî em ê rêberê we Abdullah Ocalan wisa tecrîd bikin û bêagahî bihêlin û em ê we bêrêber bihêlin’. Vê peyamê didin gelê kurd û dostên wan.”    VEKIRINA DERIYÊN ÎMRALIYÊ    Otlu destnîşan kir ku vekirina deriyê Îmraliyê tê wateya çareseriya pirsgirêka kurd a sed salî, têkbirina plana hilweşînê, bidestxistina mafên kurdan li ser esasê wekheviyê û avakirina aştiyeke bi rûmet û wiha got: “Sedemên ku deriyê Îmraliyê nayê vekirin ev in. Vekirina derî tê wateya ji holê rakirina polîtîkaya înkarê, polîtîkaya qirkirin, kolonyalîzm û şer û pêkhatina daxwazên azadiyê yên neteweya kurd. Ev jî tê wateya qebûlkirina daxwazên tevgera neteweyî ya kurd li ser bingeheke rewa û li gorî xeta xwe.”   ‘TECRÎD BI BERXWEDANÊ DIKARE BÊ RAKIRIN’    Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce diyar kir ku ew li dijî tecrîda bi salan didome têdikoşin û wiha got: “Divê li dijî tecrîda li ser Ocalan li her qadê têkoşîn bê meşandin. Ev tecrîd ji polîtîkayên AKP'ê qut nîne. AKP niha li her qadê xistimî ye û şer û zextan ferz dike. Em vê yekê di wê yekê de dibînin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, dê polîtîkayên şer, zêdekirina înkar, îmha û zextan pêk were. Di rastiyê de aliyekî din ê zilmê yê li vir tê dîtin tecrîda li Îmraliyê ye. Tecrîda li ser birêz Ocalan jî ev demeke dirêj e heye. Lê ev 2 sal in tecrîd di asteke bilind de tê meşandin. Ev rêbaza polîtîkayên giştî ye ku hikûmeta AKP’ê ji bo xwe li ser desthilatdariyê bihêle ye. Helbet ev tecrîd ne tenê li vir tê kirin. Em bi êrişên mezin re rûbirû ne. Îro dewlet ji her derê êrişî me dike. Em dikarin tecrîd û êrişan bi berxwedanê têk bibin.”    SERDANA DELEGASYONÊ    Yuce da zanîn ku Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji bo agahînegirtina ji Ocalan hat Tirkiyeyê serdana partiya wan jî kiriye û got: “Delegasyonê li me guhdar kir. Me derbarê tecrîdê û rewşa heyî ya Tirkiyeyê de me agahî bi wan re parve kir. Gotin ku ew ê raporekê derbarê vê yekê de parve bikin. Me bêtir li ser tecrîdê nîqaş kir û me metirsiya tecrîdê anî ziman û me got ku meseleya tecrîdê ne meseleya îro ye.”    ‘EM Ê HER TÊBIKOŞIN’    Yuce anî ziman ku heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin dê çareserî û azadî pêk neyê û got: “Em ê li dijî vê tecrîdê li her qadê têbikoşin. Em carek din dibêjin heke tecrîd were rakirin dê rêya hevdîtinan vebe û wê şerê 40 sal zêdetire li vî welatî didome bi dawî bibe.”