Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye 2023-01-30 10:12:25   AMED - 3’yemîn Dadgeha Kargêrî ya Amedê ji bo projeya veguherîna bajar a ku şaredarî dixwaze li Taxa Kaynartepe ya Rezanê têxe meriyetê, bi sedema “li dijî qanûnê ye” betal kir.    Huseyîn Beyoglû li ser biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de li Şaredariya Rezan a Amedê hate tayînkirin. Li ser hewldanên Beyoglû, Taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeyê di 26’ê îlona 2020’an de ji hêla Serokkomariyê ve weke “qada birîsk” hate ragihandin. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî di 22’yê adara 2021’an de weke “Qada Veguherîna Bajar” ragihand.    JI ŞPO’YÊ DOZ   Odeya Plangerên Bajar (ŞPO) a Amedê li dijî projeyê serî li 3’yemîn Dadgeha Kargêrî ya Amedê da. Serlêdan bi daxwazên “rawestandina rêvebirinê” û “rawestandina projeyê” hate kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku li qada 54 doniman bi giştî 375 avahî hene û hezar û 365 xwediyên maf lê dijîn. Bi domdarî ev hişyarî hate kirin: “Heke proje were cîbicîkirin, dê ziyanên ku nema dikare bên telafîkirin û jêveneger çêbibin.”    Di berdewama serlêdanê de ev sedem hatin destnîşankirin: “ (…) Plana îmarê li dijî hiqûqê ye, plan weke ku nifûsa heyî kêm dike xuya dike lê tevî nifûsa kêm jî qala nifûseke ku dê lê were zêdekirin tê kirin, dema anketa ji bo xebatên planlamayê hatiye kirin teknîkên zanistî esas nehatine girtin, Analîza GZFT a ji bo qada planê baş nehatiye hûnandin, biryarên planê ne li gorî rêgez û esasên plankirinê ne, li dijî mewzûeta plankirinê û armanca plana bi xwe ye, biryarên planê dê bi xwe re pirsgirêkên veguhestinê veke û trafîkê nebaştir bike.”    BIRYARA ‘RAWESTANDINA RÊVEBIRINÊ’   Dadgehê biryara ewil ji bo daxwaza “Rawestandina rêvebirinê” da. Dadgehê da zanîn ku veguherîna bajar a ku dê ji bo taxê bikeve meriyetê taxê nagire nav xwe, vesazkirineke parçe parçe ye lewma jî mimkin nîne ku qadên civakî û binesaziya teknîkî ya li tevahiya qadê hatiye belavkirin û li deverên birîsk kontrol bike.     Bi domdarî dadgehê sedemên ku ŞPO’yê rêz kiribûn di cih de dît û wiha got: “Hat tespîtkirin ku li gel ku dê nifûsa heyî kêm bike jî, qadên civakî û binesaziya teknîkî ya bikare pêdiviya nifûsa heyî pêşwazî bike nîne, bi taybet jî fonksiyona qada şînkahî bi qasî tê xwestin nîne. Dema li qada veguherîna bajêr avahî hatin çêkirin, tu krîter esas nehatine girtin bê ka dê çawa li qadê bên belavkirin. Bi awayekî rasthatî hatine bicihkirin.”    Dadgehê biryara “proje li dijî berjewendiyên cemaweriyê ye” da û gihişt wê qenaetê ku “Heke proje cîbicî bibe dê bi xwe re ziyanên nema dikare telafiya wan bê kirin bîne.”    TEVÎ BIRYARÊ JÎ RÛXANDIN     Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, ji bo 24 avadaniyên di bin navê Projeya Veguherîna Bajar a hatiye betalkirin de îhale kir. Di îhaleyê de, di çarçoveya “Projeya Veguherîna Bajar” de hat xwestin ku 24 avahiyên li ser qadeke 4 hezar û 92 metrekareyê  bi rêya “Rêbaza rûxandina bi dest hilbijartî” bên rûxandin.    BIRYARA NÛ: PROJE BETAL BÛ   Dadgeha Kargêriyê ku beriya niha ji bo projeyê biryara “rawestandina rêvebirinê” dabû, ji bo daxwaza “betalkirina projeyê” ya ŞPO’yê jî biryar da. Dadgehê biryara betalkirina kiriyarên doza behsa xeberê da. Dadgehê her wiha biryar da ku lêçûnên darizandinê bidin dozdar an.    RAPOR: PROJE BI TÊRÎ PÊDIVIYA HEYÎ NAKE   Di biryarê de cih da rapora kesê pispor ku di 26’ê çileya 2022’yan de li cihê behsa xeberê keşf kiribû. Di raporê de wiha tê gotin: “Hat dîtin ku qada birîsk a ketiye çarçoveya Qanûna Têkildarî Veguherîna Qadên di Bin Rîska Karesatan de bi giştî 150 hektar e. Planên ku bûne mijara dozê û beşa ku li herêma veguherîna bajar tê plankirin tenê 5.36 hektar e. Mezinahiya qada tê plankirin, bi qasî ji sedî 5’î qada birîsk jî nîne. Dema di vê çarçoveyê de tê nirxandin, hatiye tespîtkirin ku li Qada Veguherîna Bajar a Herêma Rezanê helwestekî plankirinê ya giştî nehatiye nîşandan.”    Her wiha di raporê de hat gotin ku li şûna bi awayekî giştî nêz bibin, helwestekî parçeyê esas hatiye girtin û ev tişt hatin destnîşankirin: “Hat tespîtkirin ku li gel ku dê nifûsa heyî kêm bike jî, qadên civakî û binesaziya teknîkî ya bikare pêdiviya nifûsa heyî pêşwazî bike nîne, bi taybet jî fonksiyona qada şînkahî bi qasî tê xwestin nîne.”   Di raporê de hate diyarkirin ku proje ne li gorî berjewendiyên cemaweriyê ye û dema plan dihat amadekirin anketa li taxê hatiye kirin “netêr” e.    Dadgehê jî rapora kesê pispor ber çavan girt û gihişt wê qenaetê ku “plan li dijî hiqûqê ye.”    Dadgehê, biryar da ku rêya qanûnê ya îstînafê ya Dadgeha Kargêriya Herêmê ya Dîlokê di nava 30 rojan de vekirî ye.    MA / Azad Altay