Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be 2023-01-30 09:04:27   WAN - Rojnamevan Şêro Qelenî diyar kir ku çalakiyên li Îranê weke roja ewil nebin jî berdewam dikin û wiha got: “Ji bilî jinan êdî malbatên ku zarokên wan hatine qetilkirin pêşengtiyê dikin. Ev jî nîşan dide ku wê gel li dijî rejîmê li ser pêyan be.”   Jina kurd Jîna Emînî, bi hinceta ku “cil û bergên ne li gorî rêgezên îslamî li xwe kirine” di 13’ê îlona 2022’yan de li paytextê Îranê Tehranê ji aliyê Gaştî Îrşad ku weke “polîsên exlaqê” tên zanîn ve bi lêdanê hate binçavkirin. Emînî ku rakirin nexweşxaneyê, di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Mirina Jîna Emînî bû sedemê nerazîbûnên li dijî rejîmê. Serhildanên gel ên li dijî rejîmê 4 meh in didomin. Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan (HRANA) ku navenda wê li DYA'yê ye 15'ê çileyê di çalakiyên şermezarkirinê de zêdetirî 160 bajaran herî kêm 522 kesan jiyana xwe ji dest dane. Nêzî 20 hezar kes hatin girtin. Heta niha li 22 kesan cezayê darvekirinê hatiye birîn, 4 kes jî hatin darvekirin.   Rojnamevan Şêro Qelenî, têkildarî geşedanên dawî yên li Îranê nirxandin kirin.    ÇALAKÎ BERDEWAM DIKIN   Qelenî diyar kir ku çalakiyên li dijî rejîmê her çend ne weke roja destpêkê bin jî dewam dikin û got: “Niha jî mirov li bajarên cuda nerazîbûnên xwe didomînin. Bi taybetî êvarê mirov dadikevin kolanan, derdikevin ser banên xaniyên xwe û li dijî rejîmê dengê xwe bilind dikin. Dîsa li kuçe û kolanan bi nivîsên li ser dîwaran û li medyaya dîjîtal li dijî rejîmê bertekên xwe nîşan didin. Xebatkarên petrolê, karkerên kargehê li gel van çalakiyan jî dikevin grevê û daxwaza mafên xwe dikin.  Dîsa li Eyaleta Belûcistanê gel piştî Nimêja Înê bi dirûşmên li dijî rejîmê dimeşin. Ji ber ku Belûcistan jî mîna kurdan heta hîn bêhtir rastî zext û zordariyê tê. Duh dîsa dest bi meşê kirine û gelek kes hatine binçavkirin. Der barê binçavkirinên li wir de tu agahî nînin.”   ‘FELSEFEYA RÊBER APO’   Qelenî, bi bîr xist ku çalakî bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin û wiha berdewam kir: “Çalakiyên ku jin pêşengtiyê dikin bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kirin. Jinan bi van çalakiyan daxwaza azadiya xwe kirin. Ji ber ku beriya wê li ser cil û bergan û bi şêwaza jiyanê zilmeke domdar li ser jinê hebû. Jinên ku li nava kolanan hatin rawestandin, hatin lêpirsînkirin, derbarê cil û bergên xwe de hatin hişyarkirin, bi qetilkirina Jînayê hêrsa di dilê wan de kombûyî anîn ziman. Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ jî ewilî li ser gora Jîna Emînî hate berzkirin. Pişt re ev dirûşm wergêrandin farisî û bû dirûşmeya bingehîn a çalakiyan û gelek beşên civakê piştgirî dan. Di serî de jin her kes li dijî van zextan bû yek deng û azadî qîr kirin. Ev dirûşm jî cewhera xwe ji fikren Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire û herkesê ev dirûşm qebûl kir. Gelek dirûşmeyên din jî hatin berzkirin lê tu ji wan nekarin bikevin pêş ‘jin jiyan azadî’. Ev dirûşm li Îran û cîhanê deng veda. Hêj jî li gelek deverên cîhanê jin vê dirûşmeyê berz dikin.”   GEL DEST JI KOLANAN BERNADE   Qelenî diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê ev 44 sal in li dijî hemû gelan û bi taybetî jinan zext û binpêkirinan dike û wiha pê de çû: “Rastiya ku jin bindestiyê qebûl nake, bûye sedem ku rola pêşengiyê bilîzin. Bêguman civakê jî destek da vê serhildana mafdar û kesî paşve gav neavêt. Li Îranê bi salan e çalakî hene lê bi piranî çalakiyên aborî bûn. Çalakiyên heyî li dijî hemû pirsgirêkên civakê, bi taybet pirsgirêka jinan e. Gel li dijî van pirsgirêkan li kolanan e. Xuya ye rejîm paşve naçe, lê gel jî kolanan naterikîne. Gel êdî nikare xwe li sîstema ji aliyê rejîmê ve hatiye avakirin ragire. Rejîmê bi zext, girtin, darvekirin, kuştin û îşkenceyên domdar berê xwe da civakê. Ji ber vê yekê her kes tev li çalakiyên şermezarkirinê yên bi pêşengiya jinan bûn û bi rengekî dengê xwe bilind kirin.”   TÊ XWESTIN GEL BÊ NEFES BÊ HIŞTIN    Qelenî, anî ziman ku nêzîkatiya rejîmê ya dixwaze gel bêdeng bike û bênefes bihêle ya li dijî çalakiyan jî bi vî şiklî didome wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çalakiyên herî demokratîk de jî êrişî gel dikin, bi awayekî bêhiqûqî diavêjin girtîgehê, biryarên darvekirinê didin û qetil dikin. Bi vî awayî hewl didin gel çavtirsandî bikin û çalakiyan bi dawî bikin. Piraniya kesên hatine girtin, bêyî ku mafê parêzer bidin wan, biryarên dadgehê didin wan. Di qenalên televîzyonê yên fermî de dîsa li dijî çalakvanan propagandaya xwe dike. Lê belê ev nêzîkatî heta niha ji bo pirsgirêkên Îranê nebûne çareserî û wê ji îro pê ve jî nebin. Gel li aliyê din jî li hemberî van nêzîkatiyan paşve naçe.”    MALBAT LI HERÎ PÊŞ CIH DIGIRIN   Qelenî, da zanîn ku ji bilî jinan malbatên zarokên wan hatine qetilkirin pêşengtiya çalakiyan dikin û wiha got: “Ev rewş dide nîşandan ku gel li dijî nêzîkatiya rejîmê paş ve gavê naavêje. Ji ber ku ev malbat tevî ku zarokên wan xizmên wan tên qetilkirin jî bêyî ku bitirsin pêşengtiyê dikin. Ev jî careke din vê nîşan dide ku gel her tim wê li dijî vê rejîma zalim li ser piyan be. Dema di nava civaka Îranê de kesek hate qetilkirin piştî 40 rojan ji bo bîranîna wî/ê li ser gorê kom dibin. Kesên tên darvekirin an jî qetilkirin di roja 40’emîn de li ser gora xwe tên bibîranîn. Lê rejîm beriya van bîranînan pêşiya gel digire û mudaxile dike. Di navbera gel û polîsan de pevçûn derdikeve. Gel dîsa bi meş û daxuyaniyan li dijî Komara Îslamê bertekên xwe nîşan dide.”   YEKITIYA GELAN   Qelenî, destnîşan kir ku taybetmendiya sereke ya ku van çalakiyan ji çalakiyên din cuda dike yekitiya gelan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji 44 salên damezrandina Komara Îslamî û vir ve gel cara ewil bû yek û deng derxist. Ev yek ne tenê li bajarekî li hemû bajarên Îranê belav bû. Vê yekîtiyê ne tenê gelên Îranê, Îraniyên li deverên cuda yên cîhanê dijîn jî kirin yek. Kurd, azerî, belûc, şîa û sûnî hemû bûn yek. Rejîmê ev jî dît û bi propagandaya xwe xwest vê yekîtiyê xera bike, lê belê nekarî vê bi ser bixîne.”   MA / Bêrîvan Kûtlû