Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan 2023-01-29 14:41:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula ku duh li Silêmaniyeyê bêyî sedemek were nîşandan hatibû binçavkirin, hate berdan.    Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula duh li ser rêya navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê ji hêla hêzên asayîşê ve bêyî ku sedemek were nîşandan, hatibû binçavkirin. Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) di 27’ê çileyê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hevserokê wan Selam Ebdula li ser rêya Ranyayê ji hêla hêzên asayîşê ve hatiye binçavkirin.   Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên beriya çendekê ragihand ku Selam Ebdula ji Girtîgeha Asayîşa Ranyayê hatiye berdan.