Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin! 2023-01-29 09:24:19 ŞIRNEX - Weqfa Alîkariya Civakî di bin navê alîkariyê de komir li gel belav kir lê li şûna komirê kevir hatine belavkirin. Welatiyan bertek nîşan dan û gotin ku dê vê neheqiyê qebûl nekin.  Nîviya komira ku Weqfa Alîkariya Civakî li Şirnexê û bajarokê Gundikêmelê ji kesên hewcedar re belav kirî kevir derket. Ev alîkariya behsa xebarê li nîviya bajêr hatiye kirin û derket holê ku komir neşewitiye û piraniya wê kevir e. Welatiyên ku di tûrikên xwe de li şûna komirê kevir dibînin, heyîrî dimînin. Jinên li Raxa Gundogdu ya girêdayî Şirnexê nêrazîbûnên xwe nîşandan.    'EV NE KOMIR LÊ KEVIR E’   Ji şêniyan Nûriye Bîlîr (54), anî ziman ku gel bi navê alîkariyê tê xapandin û wiha got: “Di hemû komira ku tê belavkirin de kevir hene. Li ser gel bazirganiyê dikin. Diviyabû ev komir nehata belavkirin. Divê ku gel li dijî vê xwe bêdeng neke. Bi gel re dilîzin. Divê ku gel vê alîkariya komirê qebûl neke. Agir pê nakeve. Em komira wan naxwazin. Bi komir û meqerneya xwe ew ê nikaribin vî gelî bixapinîn. Divê ku gel jî bertek nîşanî vê bide û qebûl neke. 20 torbe ji me re anîne û ji her 20'an jî kevir derketin. Ev ne komir e lê kevirin. Em ne mecburî komira wan in û bila bes gel bixapinîn."    'BILA BES HENEKÊN XWE BI ME BIKIN'   Welatiya bi navê Sûphiye Kabul (37) jî got ku komira hatiye belavkirin gelemperî kevir e û wiha domand: “Komira dayîn me yan kevir e û yan jî toz e. Gelek nexweş e. Ji torbeyekê nîvî jê kevir derdikevin. Bi van kirinan henekên xwe bi me dikin. Divê kesek vê qebûl neke. Ma heke nîviya wê kevir bin dê çi feydeyê wê bo me hebe? Sed torbeyan jî bidin min em komira wan naxwazin. Çima ji her derê re komira baş dişînin lê ji Şirnexê re vê komirê tînin? Ev komir li tevahiya Şirnexê belav kirine. Bila bes henekên xwe bi me bikin.”    'EV NEHEQÎ YE’   Ji şêniyan Meryem Kabul (50) jî diyar kir ku piştî di nava gelemperiya komira wan de kevir derketin, wan dest bi şewitandinê berdane û nerazîbûna xwe nîşan da. Kabul got ku tişta li wan hatiye kirin neheqî ye û wiha bi dawî kir: “Em vê neheqiyê qebûl nakin. Di her alîkariya wan de ileh kêmasî hene. Me ew komira hatiye dayîn avête sergoyê.”    MA / Zeynep Durgut