Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin 2023-01-29 09:01:12   SÊRT - Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr a Sêrtê Hifzûllah Canpolat ku berê wekî cîgirê qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hatibû kirin û bêyî hincet 54 karker ji kar derxistibûn, cardin wekî cîgirê qeyûm hat peywirdarkirin.    Hifzûllah Canpolat ku di 17'ê adara 2017'an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve tayînî Sekreteriya Giştî ya Îdareya Taybet a Bajêr a Sêrtê hatibû kirin, wekî cîgirê qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin.    54 KARKER JI KAR DERXISTIBÛN   Canpolat ku bi biryara qeymê berê Alî Fûat Atîk bûbû cîgirê şaredar, ewilî di 6'ê hezîrana 2020'an de 54 karker bêyî hincet ji kar derxistibûn. Canpolat di dema pandemiyê de teblîxat ji karkeran re şandibû û mafê wan ê parastinê binpê kiribû.    Canpolat paşê cardin vegeriya bû ser peywira xwe ya berê ya Îdareya Taybet a Bajêr. Hat hînkirin ku Canpolat di 28'ê kanûna 2022'yan de ji peywira xwe îstifa kiriye lê nehat eşkerekirin ku bê ji ber çi îstifa kiriye. Piştî Canpolat îsifa kir, cardin wekî cîgirê qeyûmê Şaredariya Sêrtê hat peywirdarkirin. Canpolat vê peywirdarkirinê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyand.    Hevşaredara Şaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî kes tayînî şaredariyan tên kirin û wiha got: "Ev kesê ku berê çav berdabû nanê karkeran, bi îmzeya qeyûmê ku şaredariyê xesp kiriye cardin tayînî şaredariyê hat kirin. Qeyûmê ku şaredariyê di nava deynan de hiştiye, bi tayînkirinên bi vî rengî şaredariyê tîne asta rûxandinê. Nayê zanîn bê ev kes ni kîsan wesfê anîne kirine cîgirê şaredar."    Işikê anî ziman ku hemû tiştên bi destê qeyûm tên kirin derî hiqûqê ne.   MA/ Fethî Balaman