ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2023-01-29 09:00:16   * Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr a Sêrtê Hifzûllah Canpolat ku berê wekî cîgirê qeyûm tayinî Şaredariya Sêrtê hatibû kirin û bêyî hibcet 54 karker ji kar derxistibûn, cardin wekî cîgirê qeyûm hat peywirdarkirin.    * Abdultahir Kaynak ku behsa tihîna bi nav û deng a Çelê kir ku li gundê Biyadirê di aş de tê çêkirin, got ku aş ne bi pereyan bi kunciyan digere.    * Rihayiyên ku bi meha Çileyê re fatûreyên bargiran ji wan re hatine, diyar kirin ku meaşê kêm û meaşê teqawiden berî ku têkeve bêrîkê dihele û got: "Em çi bibînin biha dibe. Me gaz dît, biha bû."    * Serokê Wan Çev-Derê Alî Kalçik, îsal nehatina berfê wekî "karesatê" nirxand û bal kişand ser hişkesaliyê.   * Weqfa Alîkariya Civakî di bi navê alîkariyê de komir li gel belav kir lê li şûna komirê kevir derketin. Welatiyan bertek nîşan dan û gotin: "Bila bes me bixapînin."   * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku teslîmgirtina wî sedem û anîna wî ya Îmraliyê jî encam e û vê nirxandinê dike: “Ez komployê êdî derbas dikim. Ne em ê bikarin mîna berê bijîn ne jî mîna berê şer bikin.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 692’yan de bidome.    * HDK dê li Navenda Kongreyan a Stenbolê bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em li meclisên demokratîk bibin yek. Bi civaka rêxistinkirî û azad re jiyana nû ava bikin” 12’emîn Lijneya Giştî li dar bixe. (10.00-17.00) ZINDÎ   * Komeleya Wêjevanên Kurd ji bo dayîna belgeyên atolyeya wêjeyê dê li avahiya xwe ya li Amedê şahiyekê li dar bixe. (14.00)   * Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê dê li avahiya HDP’a Colemêrgê dê paneleke ku jiyan û siyaseta Şêx Ûbeydullah Nehrî vedibêje li dar bixe. (14.30)