HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike 2023-01-27 15:40:21   COLEMÊRG - Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, dîsa hate girtin. Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê bertek nîşan da û wiha got: “Her çend ku bi hezaran xebatkarên me hatibin girtin jî dê gelê me dev ji têkoşîna xwe bernede û alaya serkeftinê li ba bike.”    Danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin duh hate lidarxistin û 10 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê têkildarî girtina Karaman li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û gelek endamên partiyê tev li daxuyaniyê bûn.    'DARAZ VEGUHERÎ AMÛRA GEFXWARINÊ’    Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî Sînem Seven got ku li şûna “ewlehiya hiqûqê”, sepanên keyfî û siyasî yên darazê cih girtiye. Seven, bi domdarî got ku li cihê ku divê daraz bo hemwelatiyan bibe temînatek, ji bo her ferdê civakê veguheriye gefê û wiha domand: “Her kesê ku polîtîkayên aborî, civakî, çandî, hundir û derve rexne dike, her kesê mafê xwe yê muxalefetê bi kar tîne dibe hedefa darazê. Her ferdê civakê dema li dijî neheqiyan derdikeve, bi tawanên terorîzm û xayîntiya welêt tên sûcdarkirin û girtîgeh lê tê ferzkirin.”   'DÊ BERSIVA PÊWÎST LI SER SINDOQÊ WERE DAYÎN’   Bi domdarî Seven da zanîn ku bi îradeya gelê Colemêrgê hatine hilbijartin û wiha bi dawî kir: “Bi çavkaniyên cewherî şaredartiya şefaf xist meriyetê û şaredarî veguherand şaredariya gel. Îktîdar, nokerên wan ên herêmî û kesên para xwe ji nirxên demokratîk negirtî ji vê aciz bûn û êrişî destkeftiyên gel kirin. Bêguman ev êriş dê berê me ji rêya me nekin. Îro di halê hazir de bi sedan siyasetmedarên me, bi hezaran xebatkarên me hatine girtin. Lê dîsa jî dê ev gel dest ji têkoşîna xwe bernede û alaya serkeftinê li ba bike. Pêvajoya antî-demokratîk a bi tayînkirina qeyûman dest pê kir, bi vekirina doza girtinê re derket lûtkeyê. Em van sepanên îktîdara AKP-MHP’ê ku tu rêzê bo demokrasî, nirxên gerdûnî û mirovî û îradeya gel nagire ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Dê gelê me di qada siyaseta demokratîk de dîsa li partiya xwe xwedî derkeve û bersiva herî pêwîst jî li ser sindoqê bide wan.”