Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn 2023-01-27 09:01:31   ŞIRNEX - Talankirina daristanên bajarê Şirnexê didomin. Dewletê bi destê cerdevanan li gundê Sorbitme yê Silopiyayê bi sedan dar birîn û dixwaze li gundê Biliganê jî vê talanê bide destpêkirin. Şêniyên taxê navborî bertek nîşan dan û wiha gotin: “Em çûn cem walî û midûriyeta daristanan. Ji me re gotin; ‘An hûn dê wan daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn.’”    Ji Bestayê heta çiyayên Cûdî û Gabarê li gelek deverên Şirnexê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn. Di halê hazir de 31 deverên Herêma Bestayê û li 9 herêmên Cûdî bênavber dar tên birîn. Li bajarê ku xweza lê tê qirkirin, roj bi roj deverên nû li ber vê çerxa qirkirinê tên xistin. Niha jî navnîşana birîna daran bû gundên li quntarên Çiyayê Cûdî yên girêdayî navçeya Silopiyayê. Li gundên Sorbitmeyê ku di salên 90’î de hatibû valakirin birîna daran a bi destê cerdevanan dest pê kiriye û tê payîn ku li gundê Biliganê jî dest pê bike. Li gundên navborî heta şêniyên gund destûr negirin nikarin bikevin gundên xwe. Şêniyên gundên navborî bertek nîşan dan û dan zanîn ku dewletê gefa ‘heke hûn darên xwe nebirin dê bi destê cerdevanan bidin birîn’ li wan xwariye.    GEFA ‘YAN HÛN DÊ BIBIRIN AN JÎ CERDEVAN’ XWARIN   Ji şêniyên gundê Biliganê Yûsûf Denîz (67) diyar kir ku ji wan hatiye xwestin ku ew bi xwe darên gund bibirin û wiha got: “Jixwe darên herêma tevek birîne. Yek cih nehiştine ku dar lê nebiribin. Niha li sînorê me û Navavya ya Bespiniya dar birîne. Çend dar man e û dibêjin; ‘Em ê wan jî bibirin.’ Em naxwazin darên me bên birîn. Ji me re dibêjin; ‘Em ê gundê we ava bikin’ lê li hêla din darên me dibirin. Piştî ku dar hatin birîn û gundê me rût kirin ma çi maneya avakirina gund dimîne? Em naxwazin ne li gundê me û ne jî li cihekê din dar bên birîn. Ev dar ne yên şexsî ne. Yên vê xakê ne. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ dibêjin divê hemû darên li gund bên birîn. Bi qasî ku ji destê me tê em ê nehêlin bibirin. Şêniyên gund çûn cem walî û midûriyeta daristanê. Ji wan re gotin; ‘Divê ev dar di vê zivistanê de bên birîn.’ Nahêlin em biçin gund. Aliyekî dibêjin em ê gund ava bikin û li aliyê din nahêlin em biçin gund. Heta ku em destûrê negirin nikarin bikevin gund. Divê ku kesek li dijî vê qirkirinê bêdeng nemîne. Cihê ku dar lê nebe tu tişt namîne.”    'GUNDÊN ME TALAN DIKIN'   Ji gundê Sorbitmeyê şêniyê bi navê Îlyas Yagan (69) jî destnîşan kir ku gundê wan hatiye serûbinkirin û yek dar nehatiye hiştin. Yagan, da zanîn ku darên li ser 7 hezar donimên erdê wan hatine birîn û wiha domand: “Kesên ku darên me dibirin jî cerdevanên Sêgirkê ne. Nêzî 4 hezar nifûsa gundê me heye û tev jî neçar in. Me doz vekir lê bê encam ma. Ên dibêjin ‘dar nehatine birîn’ bila biçin gundê me û lê binêrin bê ka têne birîn an na. Ev çi heqarete li me dikin? Ma li vê dinyayê tu heqê me jî nîne? Bila dinya bizanibe ku li vê herêmê darên me, gundên me tên talankirin. Tiştek ji me re nehiştin. Bi sedan darên behîvan, karçînan niha li erdê ne. Ma ev heqî Xwedê ye? Yek dar nehiştin. Em doza heqê xwe dikin. Ji me re gotin; ‘heke hûn darên xwe nebirin em ê cerdevanan bînin ku bibirin.’ Me jî jê re got; ‘ne em dibirin û ne jî dihêlin cerdevan bibirin.’ Me debara xwe bi wan daran dikir. Heke sibe ew gund ava bibe em ê pezê xwe çawa xwedî bikin? Em welatiyên vê axê ne, çima vê bi me dikin?”    MA / Zeynep Durgut