Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist 2023-01-26 17:02:50   ERDEXAN - Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan ê di 4’emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina HDP’a Erdexanê de axivî, bal kişand ser girtina deriyê sînor ê Ermenîstan û Tirkiyeyê û wiha got: “Venekirina derî cezakirina gel e.”   4’emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Erdexanê li eywana Navenda Çanda Dûrsûn Akçam hate lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, endamên Meclisê yên partiyê, Şaredarê Erdexanê Farûk Demîr û gelek endamên partiyê beşdar bûn.    Piştî xwendina raporên xebatê parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan axivî û wiha got: “Bi salan e em zilm ê dibînin lê tevî hemû zextan jî gelê me eywanan tejî dike. Ji sedî yekê zexta li me tê kirin li partiyeke din hatibûya kirin niha ji wê partiyê tiştek nemabû. Suleyman Soylû digot ‘HDP êdî nikare mîtîngan jî bike’. Eywanên me çawa tejî ne bila were bibîne.”   Paylan anî ziman ku li Erdexanê nasnameyên cuda dijîn û wiha axivî: “Divê deriyê sînor ê Ermenîstan û Tirkiyeyê demildest were vekirin. Nevekirina derî cezakirina gel e. Ev naxwazin gel were cemhev. Em hemû jî dixwazin ev gel vegere ser heqîqeta xwe. Lê hişmendiya nijadperest tenê dibêje tirk in lê ev der ya hemû gelan e.”   Piştî axaftinan Erhat Atak û Dîlan Hoş ên yek lîsteyê ketin hilbijartinê weke Hevserokên HDP’a Erdexanê hatin hilbijartin.