Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin? 2023-01-26 13:49:33   ENQERE - AYM’ê piştî pêvajoya 5 rojan a berhevkirina delîlan a derqanûnî, ji bo alîkariya xizîneyê ya HDP’ê biryara bloqekirinê da. Her wiha daxwaza HDP’ê ya “Bila doza girtinê taloqî piştî hilbijartinê bê kirin” jî ji hêla AYM’ê ve hate redkirin.    Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn di çarçoveya doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû ku hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê bên bloqekirin. AYM’ê jî di çarçoveya serlêdanê di 5’ê çileyê de biryara bloqekirina hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê dabû. Pêvajoya biryara AYM’ê her wiha rewşa daraza Tirkiyeyê jî raxist ber çavan.    DAXWAZA EWIL A SERDOZGER HATE REDKIRIN   Gelo pêvajoya ber bi biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê ya HDP’ê ve çawa pêş ket? Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind piştî ku îdianameya ewil a doza girtina HDP’ê hate amadekirin, daxwaz kir ku hesabên alîkariyê yên partiyê bên bloqekirin. Lê belê AYM’ê di 21’ê hezîrana 2021’an de ev daxwaz red kir.    DELÎL NÎNIN LÊ DAXWAZ HEYE   Lê belê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind di 13’ê kanûna 2022’yan de bêyî ku di dosyayê de delîleke şênber hebe, bi hincetên “Têkiliya rêxistinî ya di navbera partiyê û rêxistinê de didome” û “alîkariya partiyê ji bo armancên rêxistinê tên bikaranîn” xwest ku di çarçoveya tevdîran de hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê bên bloqekirin.    TRAFÎKA EWRAQAN DEST PÊ KIR   AYM’ê ji bo ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind delîl û sedemên şênber pêşkeş bike, di 29’ê kanûnê de ji bo 5 rojan dem da. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ku ji destpêka pêvajoya lêpirsîn û teqîbatê heta niha nekarî tu delîlan peyda bike, bi awayekî lez û bez kete nava afirandina delîlan. Derket holê ku piştî biryara AYM’ê, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi Serokatiya Daîreya TEM’ê û saziyên dewletê re ketiye nava trafîkeke mezin a ewraqan.    ŞAHIDÊ NEPEN Ê JINIŞKA VE DERKETΠ   5 roj piştî biryara demê ya AYM’ê, Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind di 3’yê çileya 2023’yan de daxwaznameyeke ku dosyaya lêpirsînê ya bi hejmar 2022/3879 a ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihat birêvebirin û îfadeyên şahidekê nepen di nav de bûn ji AYM’ê re şand. Di pêveka daxwaznameyê de şahidê nepen ê bi nasnavê “CV23TY45UO78” di îfadeyên xwe de îdia dike ku HDP alîkariya xizîneyê ya ji bûdçeyê werdigire raste rast ji rêxistinê re dişîne.    Hat tespîtkirin ku şahidê nepen ê ku di dosyaya lêpirsînê ya behsa xeberê de beriya niha şahidî nekiribû, di 13’ê kanûna 2022’yan de îfade daye û bi vê gotinê dest bi îfadeya xwe dike: “HDP, di serî de partî, alîkariya xizîneyê ya budçeyê li endamên rêxistina terorê belav dike...”    DI ROJEKÊ DE 100 RÛPEL HATINE LÊKOLÎNKIRIN!   Di heman demê de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di 2’yê çileya 2023’yan de ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê girteka lêkolînê daxwaz dike û Midûriyeta Giştî ya Emniyetê jî di heman rojê de girteka lêkolînê ya ji 100 rûpelan pêk tê ji Serdozgeriyê re şand.    DOZGER AHMET ALTÛN LI SER KAR E   Li gel vê, îdianemeyeke ji dozeke cuda ku ji hêla dozger Ahmet Altûn (Dozgerê ku îdianemeya Doza Kobanê amade kir) ve hatiye amadekirin ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re hatiye şandin. Serdozgeriyê jî ev îdianeme pêşkeşî AYM’ê kir. Li gel ku delîlên bi awayekî derhiqûqî û derusûlî ji hêla saziyên dewletê ve hatine afirandin jî, AYM’ê biryar da ku hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê bên bloqekirin. Delîlên ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind di dema doza girtinê hatiye vekirin de pêşkeş nekiribûn û kiriyarên di îdianameyê de cih negirtîn, pêşkeşî dadgehê hatin kirin. Hiqûqnasên HDP’î jî ji bo îfadeyên şahidê nepen ku Serdozger pêşkeş kirine weke “Îfade û delîlên sexte yên hatine afirandin” pênase kirin.    HDP dibêje ku ev delîlên sexte, piştî daxuyaniyên AKP-MHP’ê yên ji bo girtina HDP’ê hatine afirandin da ku zextê li AYM’ê bikin.    AYM’Ê DAXWAZ RED KIR: PARASTIN TALOQÎ 14’Ê ADARÊ HATE KIRIN    Piştî ku pêvajoya 5 rojan a bloqekirina derhiqûqî li raya giştî belav bû, AYM ji bo daxwaza HDP’ê ya “Bila doza girtinê piştî hilbijartinê bê dîtin” îro civiya. AYM’ê bi piraniya dengan ev daxwaza HDP’ê red kir. Her wiha ji bo ku HDP li dijî biryara bloqekirina hesabên xizîneyê parastina xwe bike jî 15 rojên din dem da HDP’ê. Di heman demê de biryar da ku HDP di 14’ê adarê roja sêşemê de parastina xwe ya esasî bike.    MA / Firat Can Arslan