Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn 2023-01-26 12:53:31   MÊRDÎN - Leşkerên dewleta tirk li Nisêbînê amûrsazê bi navê Yûsûf Akin qetil kiribûn. Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfa li cihê bûyerê hate dayîn.    Dewleta tirk di 20’ê kanûna sala 2011’an de li gundê Deyrcem ê Nisêbîn a Mêrdînê operasyoneke leşkerî dabû destpêkirin. Di operasyonê de amûrsazê bi navê Yûsûf Akin hatibû qetilkirin û Mehmet Eren jî hatibû birîndarkirin. Têkildarî qetilkirina Akin û birîndarkirina Eren, li leşkerên bi navên Kadîr Engîn O, Şenol T, Bahattîn Y, Yûsûf Ertugrul K. û Dogan G. doz hatibû vekirin û dadgehê biryara beraetê dabû. Lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi sedema “Mafê jiyanê hatiye binpêkirin” biryara dadgehê betal kiribû. Bi biryara AYM’ê re doz jinûve dest pê kir. Danişîna dozê ya duyemîn li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Di danişînê de parêzerê malbata Akin li ser navê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Erdal Kuzu amade bû. Leşkerên bersûc û parêzerên wan tev li danişînê nebûn.    'NÊRÎNA LI DIJÎ KURDAN’   Danişîn piştî xwendina ewraqan dest pê kir. Di danişînê de parêzer Kuzu ev tişt anî ziman: “Sûc, di sala 2011’an de hatiye kirin. Em niha di sala 2023’yan de ne. Gelo ma pêkane di vê pergala darazê de ev doz biencam bibe? Doz, 12 salan hate vehêlandin û ev yek encama polîtîkaya necezakirinê ye. Ev doz, doza binpêkirina mafê jiyanê ye û nêrîna li dijî kurdan nîşan dide. Biryara AYM’ê pir vekirî ye. Daxwaza malbatê pir eşkere ye.”    Piştre jî dadgehê biryar da ku di 17’ê sibatê li cihê bûyerê keşf bê kirin û danişîn taloqî 28’ê adarê kir.    BI BIRYARÊN KEŞFÊ NEHATIBÛ KIRIN   Di nava 12 salan de gelek caran ji bo cihê bûyerê biryara keşfê hatibû dayîn lê bi hinceta “ewlehiyê” bi vê biryarê nehatibû kirin.