‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’ 2023-01-26 11:17:52 WAN - Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku astengiya li pêşiya berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye û xwest Qanûna Înfazê were guhertin.    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 2022’yan de herî kêm 76 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji van 35’an ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan. Hêj jî di girtîgehan de 651 jê giran herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji girtiyên 28’ê Sibatê korgeneralê teqawid Vûral Avar di 20’ê kanûnê de mir û li ser vê yekê bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di 3’yê çileyê de “Giştînameya Têkildarî Kêmkirin an jî Rakirina Cezayên Kesan a ji ber Nexweşî, Astengdarî yan jî Kalbûnê” hate weşandin. Giştînameya ji 8 xalan pêk tê, ji tevahiya saziyên Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayan re hate şandin. Nîqaşên ku bi giştînameyê “din ava girtiyên nexweş de cihekarî tê kirin” didome.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan cezayên hefsê yên muebbetê yên Îlhan Kiliç ê 87 salî û Kenan Denîz ê 75 salî yên di “Doza 28’ê Sibatê” de di girtîgehê de bûn ji ber rapora “pîrbûnê” ya Saziya Tiba Edlî rakirin. Erdogan her wiha ji ber “astengdariya mayînde” biryara rakirina cezayê girtiyê edlî Osman Kartal ê 9 sal 46 meh û 24 roj cezayê hefsê lê hatibû birîn da.    Lê belê heta niha giştîname ji bo girtiyên kurd, siyasî, şoreşger, çep û sosyalist nehatiye pêkanîn. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş têkildarî giştînameya Wezareta Dadê nirxandin kirin.    ÇARESERÎ NÎNE   Karataş, bi bîr xist ku ji ber raporên ATK’ê yên ji derveyî zanîstê di sala 2022’yan de 76 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û ji van 35 girtiyên nexweş bûn. Karataş, da zanîn ku giştînameya wezaretê tevî hin sererastkirinên erênî jî nikare pirsgirêka girtiyên nexweş çareser bike û wiha got: “Xisûsa herî girîng a giştînameyê ew e ku şiroveya ATK’ê ya girtiyê nexweş dikare di girtîgehê de ‘bimîne’ an jî ‘nemîne’ hatiye rakirin.    DIVÊ QANÛNA ÎNFAZÊ BÊ GUHERTIN    Karataş, destnîşan kir ku giştîname ne li ser berdana girtiyên nexweş e û ev tişt gotin: “Bi taybetî mijarek heye ku bi rêziknameyê tê derxistin; ‘Lepirsîna li ser girtî û malbata wî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve û bi raporekê ve girêdan.’ Em difikirin ku wê ev ji bo girtiyên di çarçoveya TMK’ê de subjektîf bibe. Beriya niha bi dehan girtî û hikumxwarî bi hinceta kovîdê hatin berdan lê girtiyên ji TMK’ê tên darizandin nehatin berdan. Ji ber vê yekê me di 4’ê mijdara 2022’yan de têkildarî guhertinên divê di Qanûna Înfazê de bên kirin raporek weşand. Me di rapora xwe de diyar kiribû ku divê ATK di çarçoveyeke zanistî de tevbigere, ji aliyê rola polîsan û TMK'ê ve di Qanûna Înfazê de guhertin bên kirin. Eger ev guhertin neyên kirin, wê astengiyên li pêşiya berdana girtiyên nexweş ên ji ber rêziknameya di Qanûna Înfazê de dewam bikin. Ji bo pirsgirêk ji holê bên rakirin em ê pêvajoyê bişopînin.