'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’ 2023-01-26 09:47:20 AMED - Rêveberê ÎHD’a Amedê parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku giştînameya Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş weşand bi tena serê xwe têrê nake û giştîname rê li ber rûxandinên ku hatine vekirin nagire.    Sala par li girtîgehan ji ber binpêkirinên mafan ku qewimîn herî kêm 76 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 651 jê rewşa wn giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li benda berdanê ne. Ji girtiyên 28’ê Sibatê korgenralê teqawid Vûral Avar di 20’ê kanûnê de mir û li ser vê yekê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag daxuyand ku wê têkildarî girtiyên nexweş sererastkirinek nû pêk were.    Piştî daxuyaniyê bi îmzeya Bekîr Bozdag di 3’ê çile de giştînayek derbarê girtiyên nexweş de hat weşandin. Pêvajoya derbarê girtî de dê ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve were tespîtkirin. Biryara taliye ya derbarê girtî de dê Serokkomar bide.    Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Amedê parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku wê giştîname sererastkirinek selihandinê pêk neyine.    ‘SERERASTKIRINEK SELIHANDINÊ NÎNE’    Yilmaz da zanîn ku komeleya wan têkildarî rewşa girtiyên nexweş di 4’ê mijdara 2022’yan de raporek amade kiriye. Yilmaz destnîşan kir ku di hundirê raporê de daxwaz kirine ku pergala ATK’ê were guhertin û wiha got: “Ji bo girtiyên nexweş werin berdan û newekhevî û bêhiqûqî ji holêbê rakirin gelek daxwazên wan hebûne. Bi vê giştînameya dawî re behsa hin guhertinan tê kirin. Di giştînameyê de ji bo girtiyên nexweş ên extiyar dê sererastkirinek bê kirin, ev hinek aliyê erênî yê giştînameyê ye. Ev giştîname ji bo girtiyan wek sererastkirinek selihandinê nîne û wek xala 16’emîn a Qanûna Înfazê xuya dike. Ev ne giştînameyek ku pêşî li rûxandina ku Qanûna Înfazê bike ye.”    ‘ATK BIRYARÊN POLÎTÎK DIDE’    Yilmaz da zanîn ku giştîname bi tena serê xwe têrê nake û got: “Di sala 2022’yan de li girtîgehan 35 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji van piştî hatin berdan jiyana xwe ji dest dan. Halêhazir li girtîgehan tabloyek nebaş a ji bo girtiyên nexweş heye. Pêwîste ku ATK derbarê girtiyan de nebe saziya biryardaryînê. Gelek girtiyên nexweş li gel ku nexweşxane dibêje nikarin di girtîgehê bimînin jî lê belê ATK berdana girtiyên nexweş asteng dike. ATK bi awayek polîtîk nêzî rewşa girtiyan dibe û dema wan a di girtîgehê de dirêj dike. ATK bêyî ku rewşa girtiyên nexweş bibîne biryarên polîtîk dide. Divê beriya her kesî dewlet ji bo girtiyan bikeve tevgerê. Mixabin ji bo ku li Tirkiyeyê biryarek di warê hiqûqî de derkeve û her kes xwe bigihîjen mafê xwe pêwîstî bi têkoşînek lêhûrbûyî heye û divê raya giştî were agahdarkirin.”    ‘DIVÊ QANÛNA ÎNFAZÊ WERE SERERASTKIRIN’    Yilmaz anî ziman ku divê ji nû ve ATK were sererastkirin û li şûna wê şandeyên serbixwe werin avakirin û wiha axivî: “Pêwîste dewlet di rewşa girtiyên nexweş de wekhev tevbigere û gavên ji bo parastina mafên mirovan biavêje. Destpêkirina vê jî bi guhertina ATK’ê dibe. Girtiyên nexweş ku bi salan e di girtîgehan de ne, li ber mirinê ne û her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe. Divê di Qanûna Înfazê de jî guhertin bên kirin. Desteya Çavdêriyê ya Girtîgehan girtiyên ji 30 salî zêdetir e girtî ne, berdana wan taloq dike û wan bernade. Divê hem şert û mercên li girtîgehan hem jî Qanûna Înfazê li gorî şert û mercên mafên mirovan û standardên gerdûnî ya navnetewî were sereratkirin.”    MA / Zerrîn Sargût - Mehmet Guleş