Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin 2023-01-26 09:04:30   STENBOL - Ji Meclisa Jinan Mizgîn Aksoy jin vexwandin Kongreya Jinan ya Giştî ya HDK'ê ku dê di 28'ê çileyê de bê lidarxistin û got: "Em bang li jinan dikin ku li dor dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî" kom bibin û jiyana nû bihûnin."    Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), beriya Desteya Giştî ya 12'an ku dê di 29'ê çileyê de bi dirûşmeya "Li dijî faşîzm û kedxwariyê em di bin banê meclisên demokratîk de bibin yek" li Hêwana Harbiye ya Navenda Kongreyê ya Stenbolê bê lidarxistin, dê di 28'ê çileyê de bi dirûşma "Serî hildana me li dijî serdestiya mêran, israra me ji bo jiyaneke wekhev û azad e" Konferansa Giştî ya Jinan li dar bixe.    Endama Meclisa Jinan a HDK'ê Mizgîn Aksoy têkildarî Konferansa Giştî ya Jinan axivî û jinan vexwandin konferansê.    Aksoy têkildarî xebatên Meclîsa Jinan a HDK'ê de anî ziman ku koordînasyonên wan ên jinan li Îzmîr, Aydin, Mûgla, Mêrsîn, Enqere û Stenbolê kongre li dar xistine û got ku ji xeynî xebatên wekî panel û atolyeyan li dijî tahdeya mêr jî konferans û atolyeyan li dar dixin.   ISRARA JI BO JIYANEKE WEKHEV Û AZAD   Aksoy destnîşan kir ku rojeva şer û êrişên li dijî destkeftiyên jinan didomin û got: "Pergala serdest a mêran û desthilata wê ya niha, çav berdaye hemû destkeftiyên têkoşîna jinê. Lê qethiyen em ê van mafên xwe bi dest wan ve bernedin. Li dijî van êrişan jî em ê bi dirûşmeya 'Serî hildana me li dijî serdestiya mêran, israra me ji bo jiyaneke wekhev û azad e' konferansa xwe li dar bixin. Wekî ku ji dirûşma me tê xuyakirin, em li dijî serdestiya mêr serî radikin lê di heman demê de em di jiyana wekhev û azad de jî israr dikin."    'HDK PIR E'   Aksoy destnîşan kir ku Meclisa Jinan a HDK'ê di navbera tevgera jinê ya Tirkiyeyê û tevgera jinên kurd de pirek e û pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin hevpar in. Aksoy wiha domand: "Ên di bûyerên şidetê de mexdûr dibin jin in. Her wiha pergala serdest a mêr dibe sedema şeran û yên mexdûr dibin jî jin û zarok in. Lewma hevpariya di warê têkoşîna jinê û destkeftiyên jinê de girîng e. Ji lew re heya em li dijî şer aştiyê ava nekin, li vê axê jin dê nikaribin bi awayekî azad û wekhev bijîn. Ev rastiya şer, yek ji mijarên sereke yên konferansa me ye. Her wiha destkeftiyên wekî Peymana Stenbolê tên serobinokirin. Ev pêkanînên cihêkar wekî bandorên pergala serdest a mêrî dertên pêşiya me û hemû ji bo me sedema têkoşînê ne."    'JIN JIYAN AZADÎ' LI SERANSERÊ CÎHANÊ BELAV BÛ   Aksoy destnîşan kir ku di salên dawî de têkoşîna jinê pir pêş ketiye û sedsala 21'ê dê bibe sedsala jinan e. Aksoy anî ziman ku têkoşîna jinên kurd di vê sedsalê de li seranserê cîhanê bûye rol û model û bal kişand ser çalakiyên ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emîniyê bi dirûşmeya "jin jiyan azadiyê" dest pê kirin û li seranserê cîhanê belav bû. Aksoy got: "Wekî ku ji vê dirûşmeyê tê fêmkirin, êdî li Rojhilata Navîn jin dikarin pêwendiyê bi hev re deynin. Li cihekî ku jinê lê ne azad be, azadiya civakê ne pêkan e. Gava jin azad be, cihê ku lê ye jî azad dike."    BANGAWAZÎ   Aksoy destnîşan kir ku dê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojî û azadiya jinan ji pêvajoyê re bibin bersiv û hemû jin vexwandin Konferansa Jinan ku dê di 28'ê çileyê de li dar bixin. Aksoy got: "Em bang li jinan dikin ku li dor dirûşmeya 'jin jiyan azadî" kom bibin û jiyana nû bihûnin."    MA / Esra Solîn Dal