ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2023-01-26 09:00:53     * Rêvebera HPC-Jinê Edlê Bekir diyar kir ku di şexsê Arîn Mîrkan, Rêvana, Destîna, Hêlîn, Vîyan, Renîn û Rûkenê de têkoşîna jinê ya li Kobanê li seranserê cîhanê hatiye bihîstin û got: "Lehengiyeke mezin hat nîşandan. Em ê her tim keleha berxwedanê biparêzin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin."   * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku pêşeroja Tirkiyeyê di komara demokratîk de ye û wiha got: “Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e.”   * Serokê berê yê Odeya Hesabgir û Muşavîrên Malî yê Serbest Îbrahîm Şahîn diyar kir ku çendî li Wanê deriyên sînor hene jî di îxracatê de di rêzênd awî de ye û got ku ev ji ber polîtîkayên dewletê ye.    * Ji Mecisa Jinan Mizgîn Aksoy jinan vexwand Kongreya Jinan ya Giştî ya HDK'ê ku dê di 28'ê .ileyê de bê lidarxistin û got: "Em bang li jinan dikin ku li dor dirûşmeya 'jin jiyan azadî" kom bibin û jiyana nû bihûnin."    * Li welatiyê bi navê A.D. ku pere ji hevalê xwe Mehmet Îldem ê di Girtîgeha Bûrhaniye ya Tîpa T'yê de şandiye, bi îdiaya "bi zanebûnê û bi dilxwazî alîkariya rêxistinê" doz hat vekirin.   * Rojnameger Kawe Fatehî têkildarî serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê anî ziman ku ji bo kurdên ji Rojhilat destkêftiyan bi dest bixin divê kurd li her derê piştgiriya serhildêran bikin û got: “Em yek netew in tu sînor di nava me de nînin. Bi van çalakiyan em dikarin nîşanî hemû dinyayê bidin ku kurdên li Rojhilatê Kurdistanê ne bitenê ne.”    * Rêberê ÎHD’a Amedê parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku giştînameya Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş weşand bi tena serê xwe têrê nake û giştîname rê li ber rûxandinên ku hatine kirin nagire.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 689'emîn de berdewam bike.    * Endamên Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê li Amed, Stenbol û Enqereyê bi rêxistinên sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinan bikin. (09.30-17.30)   * Meclisa Ciwanan a HDP'ê dê li navenda giştî ya partiya xwe bicive. (10.00)    * Nobeda Edaletê ya parlamenterê HDP'ê li dijî tecrîdê dê di roja 25'emîn de li ber Meclisê berdewam bike. (11.00)   * Danişîna doza derbarê Osman Şiban ê li navçeya Şaxê ya Wanê ji helîkopterê hatibû avêtin hatiye vekirin de dê li Dadgeha Mêrsînê bê lidarxistin. (11.00)   * Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê dê li avahiya xwe ya li Aksaraya Stenbolê balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. (13.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Koma Ma Muzîkê dê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Îzmîrê konser li dar bixe. (20.30)