Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’ 2023-01-25 15:57:25   ÎZMÎR - OHD, ÇHD û ÎHD’ê têkildarî binpêkirinên di dema çalakiyên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tên kirin, raporek amade kirin. Di raporê de hat gotin ku qedexe û êrişên li dijî çalakiyan binpêkirina mafê xweîfadekirinê ye.    Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îzmîrê têkildarî binpêkirinên di dema çalakiyên ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dihatin kirin de raporek amade kirin. Saziyan, rapora xwe li Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bi daxuyaniyekê eşkere kirin. Rapor bi ser navê “Rapora binpêkirina mafê çalakiya tecrîdê” hate weşandin.    Rapor ji hêla Hevserokê Şaxa OHD’a Îzmîrê Velat Zeren ve hate xwendin. Zeren, got ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din li tevahiya girtîgehan belav bûye û wiha got: “Ev tecrîd di heman demê li ser civakê jî tê sepandin û mafên bingehîn hedef tên girtin.”    TECRÎD Û BINPÊKIRINÊN MAFAN   Bi domdarî Zeren got ku di nava mehekê de walîtiyê 3 çalakî û xwepêşandan qedexe kirine û wiha got: “Çalakiya ku dê bi dirûşma ‘meşa li dijî tecrîd û şer’ di 18’ê kanûna 2022’yan de bihata lidarxistin hat qedexekirin, girse hat dorpêçkirin, rastî îşkence û miameleya xerab hat. Bi awayekî derqanûnî dest li girseyê werdan û 42 kes hatin binçavkirin. Yek ji binçavkiriyan krîza dil derbas kir, rakirin venihêrîna awarte û anjiyo bû. Kesek ji ber nexweşiya gurçikan aloz bû û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Kesek ji ber ava bişid a li avahiya DBP’ê hatiye reşandin, aloz bû û rakirin nexweşxaneyê. Di 13’ê çileya 2023’yan de jî daxuyaniya ku dê li pêşiya avahiya HDP’a Çîmentepeyê bihata dayîn hate astengkirin û 2 kes hatin binçavkirin. Herî dawî jî di 14’ê çileyê de li pêşiya avahiya HDP’a Karabaglarê daxuyanî hate dayîn. Li vir jî hêzên ewlekariyê girse dorpêç kir û nehiştin daxuyaniyê bidin.”    Çendek xalên di raporê de derketin pêş wiha ne:    * Biryara qedexekirina çalakî û xwepêşandanan ji kesên tev li daxuyaniyê bûne re nehatiye ragihandin.    *Li ser anonsê gotinên weke ‘Vê derê bala bikin, dê terorîstên PKK’î li vir çalakiyê bikin’ kesên tev li daxuyaniyê bûne hatine krîmînalîzekirin, hedef hatine girtin û provakasyon hatiye kirin.    * Xetere li ser mafê jiyanê yê beşdaran çêbûye.    * Di dema binçavkirinê de rêbazên îşkence û miameleya nebaş ên weke kelemçekirina ji pişt ve, dirêjkirina li erdê û pê lê kirina wan, lêdana bi çokê, pêhn dayîn, şidandina qirikê, heqaret û hwd. hatine kirin.    * Hêzên ewlekariyê ji bo kesên di dema îşkence û miameleya xerab de aloz bûn bangî ambulansê nekirine.    * Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ji hêla polîsekê êlekê pola li xwe kiribû çendek caran hate kaşkirin û dema Uca diaxiviya jî jê re bi gotina ‘hûn neaxivin dê nexweşiyê belav bikin’ biçûk xist.    * Hat astengkirin ku rojnameger û çavdêr binpêkirinên heyî tespît bikin. Hewl dan ku binçav bikin.   * Di encama biryara qedexeya walîtiyê û êrişên hêzên ewlekariyê de mafê azadiya xweîfadekirinê û raman hatine binpêkirin.”