Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin 2023-01-25 14:51:06   STENBOL - Derbarê Berpirsiyarê Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin de bi hêceta nûçeyên hatine weşandin lêpirsîn hat destpêkirin.    Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 9’emîn a Stenbolê bi hêceta nûçe û kunciknivîsên rojnameya Yenî Yaşamê di 8’ê hezîrana 2022’yan de derbarê hejmara rojnameyê ya di 7’ê hezîranê de hat weşandin de biryara berhevkirinê derxistibû. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê piştî vê biryarê bi mehan şûn ve bi hêceta “propaganda rêxistinê” derbarê Berpirsiyarê Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameyê Osman Akin de lêpirsîn da destpêkirin. Rojnamevan Akin di çarçoveya lêpirsînê de çû îfade da polîsan û diyar kiriye ku di nûçeyên hatine weşandin de hêmana sûc tune ye û tawanbariyê red kir.