Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome 2023-01-25 13:15:54   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de berdewam dike.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 688’an de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar ku di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê, pankarta “Edalet” vekirin û dest bi nobetê kirin.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî Waliyê Rihayê Salîh Ayhan etîket kir û ev peyam parve kir: “Nobeta me ya edaletê ya li paytexta turîzmê ya cîhana Îslamî, di roja 688’an de bi biryardarî didome. Walî Salîh Ayhan li deriyê vekirî bi hemwelatiyan re dicive. Lê hêjta bersiva daxwaza me ya hevdîtinê nedaye. Walî, di navbera gel de cihêkariyê nake!”