AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive 2023-01-25 09:52:23 ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê ya doza girtinê ku ji bimîne piştî hilbijartinê bicive.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza doza girtina partiyê bimîne piştî hilbijartinê di 16’ê çile de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM biryar dabû ku wê di 25’ê çile de têkildarî serlêdana HDP’ê bicive. Lê belê AYM’ê beriya bicive ragihand ku wê sibê (26’ê çile) li ser daxwaza HDP’ê hevdîtin bike ango bicive.    Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind serî li AYM’ê dabû û doza girtinê li HDP’ê vekiribû.