Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin 2023-01-24 17:14:35   STENBOL - Rêveberê berê yê HDP'ê Mehmet Sayît Demîr ku ji ber cezayê lê hatibû birîn derbasî Yewnanistanê bûbû radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî radestkirinê Demîr hat girtin.    Rêveberê berê yê HDP'a Amedê Mehmet Sayît Demîr ku ji ber ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û propgandaya rêxistinê" 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, di 23'ê çileyê de bi malbata xwe re derbasî Yewnanistanê bû. Lê Demîr li Yewnanistanê hat binçavkirin û radestî Tirkiyeyê hat kirin.   Piştî ku ji aliyê polisên yewnan ve radestî Tirkiyeyê hat kirin Demîr hat binçavkirin. Der barê Demîr û dayika wî Ferîde Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin. Ferîde Demîr hat berdan û bi hinceta ku qedexeya derketina derveyî welat bin pê kiriye ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ku bi SEGBÎS'ê girêdayî bû ve hat girtin. Piştî biryara girtinê Demîr şandin Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê.    'JI TIŞTÊ BÊ ME WÊ YEWNANISTAN BERPIRSYAR BE'   Me bi rêya telefonê xwe gihand kurê Demîr, Azad Demîr ku li Almanyayê penaber e. Demîr, der barê mijarê de ev tişt gotin: "Polisên yewnan ku malbata min desteser dike dide leşkeran. Leşkerên yewnan jî tevî hemû hewldanan jî malbata min radestî çeteyê bazirganan mirovan dike. Ev çete piştî ku li bav û dayika min didin û hemû tiştên wan ên binirx bi zorê ji wan digirin ew radestî leşkerên Tirkiyeyê dikin.    Demîr, da zanîn ku beriya beriya ku radestî Tirkiyeyê bên kirin malbata wî dîmenê xwe jê re şandine û got ku ev tişt jê re gotine: "Em niha li nav Yewnanistanê ne. Heke tiştek bê serê me wê dewleta Yewnanistan berpirsyar be."