Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû 2023-01-24 16:21:39   STENBOL - Danişîna doza ku 46 parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloqî 11'ê gulanê bû.   Di 22'ê mijdara 2011'yan de li dijî parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin navê "KCK" de operasyoneke binçavkirinê hatibû lidarxistin û 46 jê parêzer bi giştî 50 kes hatibûn girtin. Danişîna doza ku 50 kes jê tên darizandin li 19'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Ji parêzerên ku tên darizandina Raziye Ozturk û Mahmût Taşçi tev li danişînê bûn.    Parêzerên ku di danişînê de mafê axaftinê girtin, daxwaza temamkirina kêmasiyan kirin. Dozger jî mîna parêzeran daxwaza temamkirina kêmasiyan kir.    Piştre heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê aşkera kir. Heyetê, diyar kir ku dosyayên bi heman rengî li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê û 23'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê didomin û biryar da ku li benda biryarên van dosyaya bê sekinandin û danişînê taloqî 11'ê gulanê kir.