Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da 2023-01-24 15:49:45   SÊRT - Li Sêrtê ciwanê bi navê Bakî Yilmaz ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da.    Li herêma Kevirê Qul a Sêrtê, hat angaştkirin ku ciwanê bi navê Bakî Yilmaz (20) xwe ji bilindahiyeke bi qasî 350 metreyî avêtiye û întihar kiriye. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, bûyer duh di saetên êvarê de pêk hatiye.Li ser agahdarkirina gelê li herêmê leşker, tîmên AFAD, ÛMKE, agirkujiyê û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Ji ber ku tarî ket erdê duh xebatên lêgerînê hatibûn bi dawîkirin û îro di saetên serê sibehê de careke din dest pê kirin. Di encama xebatên li herêmê hatin kirin cenazeyê Yilmaz hat dîtin û rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê.