Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin 2023-01-24 14:37:16   AMED - Li Bismil, ji 12 kesên ku bi ser malên wan de hatibû girtin û hatibûn binçavkirin 10 jê bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin   Li navçeya Bismil a Amedê, di 20'ê çileyê de polisan bi ser malan de girtibûn û 12 kes binçav kiribûn û biribûn Miduriyeta Polisan a Navçeyê. Piştî ku îfadeyên wan hatin girtin sewqî edliyeyê hat kirin. Welatiyê bi navê Habîp Sînbag piştî ku îfadeyên wî yê li dozgeriyê hatin girtin hat berdan. Dîlan Dogan ku bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Bismilê hat kirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Welatiyên bi navê Îmam Aras, Fatma Aras, Ozan Oral, Hasan Koç, Rozerîn Bakir, Berat Yavûz, Metîn Çelîk, Mahsûn Erkek, Îbrahîm Yaprak û Vezîr Patirti jî bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Kesên hatin girtin ew şandin girtîgehê û hat hînbûn ku biryara nepeniyê ya ser lêpirsîna didome jî berdewam dike.