Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin 2023-01-24 12:47:29   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Dilşat Canbaz Kaya, diyar kir ku bi polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê dest pê kiriye tevahiya welat veguherandiye girtîgeheke vekirî û ev tişt got: "Em bang li tevahiya civakê dikin ku dengê xwe li dijî tecrîda Îmraliyê der bixin û îtîraz bikin."   Nobeta Edaletê ku parlamenterên HDP'ê ji bo parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikaribin pê re hevdîtin bikin dabûn destpêkirin di roja 24'emîn de berdewam kir. Parlamenterên HDP'ê Şevîn Coşkûn, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Mûrat Sarisaç, Kemal Pekoz, Mûrat Çepnî, Hasan Ozguneş, Nûsrettîn Maçîn, Îmam Taşçier, Alî Kenanoglû, Erdal Aydemîr, Mûazzez Orhan, Dilşat Canbaz Kaya, Zuleyha Gulum û Celadet Gaydalî tev li nobetê bûn û dovîzên mîna "Bila li Îmraliyê hiqûq pêk bê" û "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hilgirtin.    LI ÎMRALIYÊ TECRÎDA MÛTLEQ   Parlamntera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya, di nobetê de axivî û ev tişt gotin: "24 roj in em di nobeda edaletê de ne. Çima 24 roj in em li vir in. Çima em bi israr nobeda edaletêa dewam dikin? Em hemû baş zanin ku mafên mirovan û azadî li gorî siyasetê, li gorî kesan nayê guhertin. Ji bo her kesî divê wekhev be. Mixabin li vî welatî, tiştekî bi vî rengî nîne. Sedema hatina me ya li vê derê ew e ku du sal in parêzer û malbat nikarin bi iBirêz Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne hevdîtinê bikin. Em ê qala destûra bingehîn, demokratîkbûna welêt û azadiyê bikin. Desthilatdarî her gavê qala van dike, lê belê destûra bingehîn û mafên mirovan li gorî şexsan cuda bi cih tîne. Em zanin ku îro li hemû girtîgehan tecrîd heye, lê belê di demekê de ku girtî û hikumxwar karin bi telefonê bi malbat û parêzerên xwe re biaxivin, dikarin hevdîtinê bikin, îro li Îmraliyê heman tişt nîne. Yanî li Îmraliyê di şexsê Birêz Ocalan de tecrîdeke giran heye. Divê em civak bi hev re li ber vê tecrîdê rabin. Tecrîda girankirî ne tenê li Îmraliyê her wiha li ser tevahiya civakê tê ferzkirin."   Di dawiya axaftina xwe de Kaya, xwest ku herkes li dijî tecrîdê derkeve û ev bang li jin, ciwan, elewî, karker û bindestan kir: "Ev tecrîd li dijî me hemûyan e û li tevahiya welêt belav bûye. Em daxwazan dubare dikin. Bila destûr bê dayin ku Birêz Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne."