Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin 2023-01-24 12:05:21   NAVENDA NÛÇEYAN - YBŞ’ê û Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê, li dijî tevnên sîxuriyê yên bi destê MÎT û PDK’ê hatine avakirin dest bi operasyoneke girîng kirin û gelek kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin li xwe mikur hatine ku ji aliyê MÎT'ê û PDK'ê ve hatine birêxistinkirin.   Li Şengalê, li dijî tevnên sîxuriyê ku bi destê MÎT û PDK’ê hatine avakirin operasyoneke girîng hat destpêkirin. Li gorî nûçeyeke ku Rojnewsê derbas kiriye, operasyona bi navê 'Operasyona Tolhildanê' ji aliyê Yekîneyên Taybet ên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê hatiye destpêkirin.    AMADEKARIYA WÊ HATIYE KIRIN   Hate ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de bi ser çend torên sîxûrîyê yên li Şengalê de hatiye girtin û gelek kes jî bi sûcdariya ‘Sîxûriyê’ hatine binçavkirin. Çavkaniyên ewlekariyê diyar kirine ku kesên binçav kirine destê wan di êrîşên li ser Şengalê û xwîna gelek pêşengên êzidî de heye û ev agahî dane: “Ev demek bû hem malbatên şehîdan hem jî xelkê Şengalê daxwaza girtin û binçavkirina sîxûr û kesên destê wan di xwîna êzidiyan de hene dikirin. Hêzên me jî piştî lêkolîn û agahî komkirineke demdirêj der barê tevnên sîxûriyê de biryara operasyoneke hevpar dan. Piştî hemû zanyarî piştrastbûn me dest bi operasyoneke hevbeş a tolhildanê kir. Operasyona ku me kir serkeftî bû."   MÎT Û PDK WAN ERKDAR KIRINE   Heman çavkaniya diyar kiriye kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine binçavkirin li xwe mikûr hatine ku li dijî civaka êzidî sûcan kirine û ev tişt gotin: “Beşek ji sîxûrên ku hêzên ewlekariyê girtine, li xwe mikûr hatin ku ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ya dewleta tirk MÎT'ê û PDK’ê ve hatine erkdarkirin, ji bo agahiyên der barê saziyên Şengalê yên ser bi Rêveberiya Xweser û pêşengên civaka êzidî de agahiyan kom bikin û bidin MİT û PDK’ê."   WÊ ENCAMÊ BÊNE PARVEKIRIN   Çavkaniyên leşkerî, dane zanîn ku di encama lêpirsîna sîxûrên hatine binçavkirin de êrîşên li dijî hinek pêşengên êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê hatine zelalkirin û encamên girîng ji van lêpirsînan bidestxistine û ragihandine ku wê encamên operasyonê bi raya giştî re bêne parvekirin. Çavkaniyan, destnîşan kiriye ku sîxur li xwe mikur hatine ku tevna sîxûriyê çawa li Şengalê hatiye birêxistinkirin û di berdêla xiyanetê de çi soz ji bo wan hatiye dayîn.   OPERASYON DIDOME   Hat ragihandin operasyona hatiye destpêkirin berdewam dike.    Ji sala 2017’an ve bi dehan êrîşên hewayî yên bi balafirên sîxûrî yên tirk li dijî saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêşeng û fermandarên êzidiyan pêk hatine. Di encama van êrîşan de gelek rêveber û fermandarên êzidî jiyana xwe ji dest dane. Hemû êrîşên ku pêk hatine jî li gorî daxuyaniyên fermî yên dewleta tirk operasyonên îstîxbaratî bûne û bi rêya îstîxbaratê pêk hatine.