ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN 2023-01-24 09:00:10     * Berxwedana Kobanê ku 134 rojan bênavber dewam kir û bi milyonan kesî rakir ser pêyan, ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka bidawîbûna wê.    * Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike serî li TBB û Wezareta Dadê da, got: "Hiqûq, divê nekeve paş siyasetê û bê pêkanîn."    * Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, di sala 2002'yan de ji bo ji Sêrtê bibe parlementer soz dabû ku dê rêya duble ya 32 kîlomtereyî çêbike. Rêya navborî heya niha gelek caran ketiye ber îhaleyan û ji bo wê bi milyonan pere hatine xerckirin, lê 20 sal in hê jî nehatiye temamkirin.    * Siyasetmedarên jin ên Botanê ku xebatên xwe yên hilbijaritinê dane destpêkirin û bi şev û roj dixebitin, anîn ziman ku Botan ji hilbijartinê re amade ye û gotin: "Em dê bi gelê xwe re seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşînin. Îro gelê Botanê ji hilweşandina vê desthilatê re amade ye."    * Parêzer Serdar Tum diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê ecêbiyeke hiqûqî heye û bi lêv kir ku daxwaza wan ew e ku TBB serlêdana baroyê binirxîne û gavekê biavêje.    * Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê rêxistina partiyê ya navçeyê Ebubekîr Denîz beriya niha bi 22 salan hatin wendakirin. Malbatên wan diyar kirin ku bersûc ji aliyê dewletê ve tên parastin û gotin: "Ev 22 sal in çavê me li rê yê û em li benda wan in. Tenê daxwaziya me agahiyek e."    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar wê di roja 687’emîn de berdewam bike.    * Doza 50 kesên ku di nav de parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hene dê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (09.30)    * Doza ku malbatên girtiyan ji ber Nobeta Edaletê jê tên darizandin wê li 54’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê ya li Çaglayanê dê were lidarxistin. (09.30)   * Doza derbarê 19 parêzerên ku ji bo kesên di jêrzemînên Cizîrê û Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan daxuyanî dan hatiye vekirin wê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP2ê li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin di roja 24’an de berdewam dike. (11.00) ZINDΠ   * Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê wê têkildarî rêbazên şerê taybet li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar wê di komcivîna partiya xwe ya di Meclisê de biaxive. (12.45)   * Danişîna biryarê ya derbarê Hevşaredara Artemêtê ya berê Rojbîn Çetîn de hatiye vekirin wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê lidarxistin. (13.30)