Li Hezexê jinek hate binçavkirin 2023-01-24 08:32:22   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê jina bi navê Hazîne Orûç a 50 salî di serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Li gundê Hespîst yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê jina bi navê Hazîne Orûç a 50 salî ji aliyê leşkeran ve bi serdegirtina malê hate binçavkirin. Hate diyarkirin ku Orûç birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê. Sedemê binçavkirina Orûç nehate zanîn.