Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn 2023-01-23 12:53:01   AMED - Li Amedê ji bo Mehmet Akar ê ji ber tecrîdê şermezar bike xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hatin nivîsîn.    Ji bo Mehmet Akar ê ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike li Birca Keçikê ya navçeya Sûra Amedê xwe şewitand û jiyana xwe ji dest da, li ser dîwaran nivîs hatin nivîsîn. Li ser dîwarên kolanên Taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê nivîsên weke “Têkoşîna Mehmet têkoşîna gelê kurd e” hate nivîsîn.    ÇI BÛBÛ?   Bi armanca bertekê nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind tê ragirtin û 21 mehan zêdetirin agahî jê nayên girtin bê dayîn Veysî Taş di 13’ê çileyê de li Mêrdînê, Mehmet Akar jî di 16’ê çileyê de li Amedê xwe şewitandin û jiyana xwe ji dest dan.