Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê 2023-01-23 12:52:26 RIHA - Ferît Şenyaşar ê di Nobeta Edaletê de axivî, wiha got: “Li vir ne qanûnên heyî fermana serdestan pêk tê. Divê demildest mufetîşên HSK’ê bên vir.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye dest pê kirin di roja 686’an de berdewam dike. Malbat ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kir.    Ferît Şenyaşar ê li ber edliyeyê axivî, bal kişand ser dema ku bi ser komkujiyê re derbas bûye û wiha got: “4 sal û nîv in bêhiqûqî û bêedaletî heye. Li vî welatî Wezîrekî Dadê heye. Em ji vir bang li Wezîrê Dadê dikin; vê bêhiqûqî û bêedaletiyê ne tenê Riha hemû Tirkiye dizane. Ne qanûnên heyî fermana serdestan pêk tê. Divê demildest ji Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) mufetîş bên vir. Divê bêhiqûqiya li vir bişopînin. Divê qêrîna edaletê ya vê dayika ku du zarokên xwe û hevjînê xwe winda kirin û kurekî wê jî neheqî li girtîgehê ye bê bihîstin. Divê ev bê edaletî ji holê bê rakirin.”