Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin 2023-01-23 12:05:06   WAN - Girtiyê bi navê Lokman Aslan ku li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku 15 girtî ji hêla gardiyanan ve hatine derbkirin.    Girtiyê bi navê Lokman Aslan (40) ku 23 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û da zanîn ku 15 girtî ji hêla gardiyanan ve hatine derbkirin.    DESTWERDANA AVA BIŞID    Têkildarî binpêkirinên li girtîgehê Aslan ev agahî parve kirin: “Xwarinên girtîgehê gelek xerab in. Di taşteyê de tenê 2 zeytûnan, parçeyeke penîr û nîv nanê didin girtiyan. Hema hema her şev gardiyan bi ser qawîşan de digirin. Di hinek serdegirtinên qawîşan de gardiyan bi ava şid destwerdanê dikin. Me bertek nîşanî van sepanên dermirovî dan. Bi vê hincetê jî gardiyanan ez jî di nav de 15 girtî bi hovane derbkirin.”    SEPANÊN BÊPWERWA    Birayê Aslan, Sûat Aslan jî da zanîn ku piştî du salan cara ewil hefteyek berê kariye bi birayê xwe re hevdîtinê bike û ev tişt anî ziman: “Me tenê karî 20 deqeyan hev bibînin. Girtiyan sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan dikin. Ev jî besî wan nake ku roj bi roj sepanên bêperwa têxin meriyetê. Em van sepanên li girtiyan tên ferzkirin red dikin. Banga me ji bo rayedaran ew e ku di çarçoveya heq û hiqûqê de nêzî girtiyan bibin.”