Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn 2023-01-23 09:26:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şêxmeqsûdê di encama hilweşîna avahiyeke 5 qat de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji wan navên 15 kesan hate aşkere kirin.    Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê duh avahiyeke 5 qat hilweşiya bû û di bin xerabeyê avahiyê de 18 kes hatin derxistin. Ji 18 welatiyên ji bin xerabeyê avahiyê hatin derxistin 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Navên 15 kesên ku jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Zerîfe Îbo (33), Cengîz Îbo (14), Avliyan Îbo (13), Hemîde Carûr (7), Cemal Carûr (10), Yûsif Carûr (3), Meys Memdûh Carûr, Wîsal Carûr, Waêl Mihemed Rîhanî (37), Dua Silêman (29), Îvane Waêl Rîhanî (20 günlük), Redwan Mihemed Sebrî (55) ve Zeyneh Ehmed Receb Osman (42), Resûl Îbo (46), Gulînaz Kedro (33).   Navên birîndaran jî wiha ne: Cemal Carûr û Mistefa Îbo (17).    Hate diyarkirin ku gelek kesên ku jiyana xwe ji dest dane kesên ku di dema êrîşên Tirkiye û hêzên paramîlîter ên li ser Efrînê de neçar man koç bikin in.   Xebatên rakirina xerabeyê avahiyê didomin û hate diyarkirin ku hêj mirovên ku nikarin xwe bigihînin wan hene.