Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe 2023-01-23 09:06:09 EDENE - Endamên ESP û SGDF’ê ku li dijî tecrîda Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ketin greva birçîbûnê diyar kirin ku divê hemû alî li ber tecrîdê rabin.    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li gelek bajaran li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û 22 meh in heta niha agahiyek jê nehatiye girtin û li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li gelek bajaran çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn. Greva birçîbûnê ya ku di 21'ê çileyê de li avahiya ÎHD'ê ya Edeneyê bi dirûşma "Em hevgirtinê mezin bikin, tecrîdê bişkînin" dest pê kir îro bi dawî dibe.   'HEDEFA EWIL ÎMRALI YE’    Ji rêveberên ESP’a Edeneyê Emrah Topaloglû yê ketiye greva birçîbûnê destnîşan kir ku divê teqez dawî li tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgeha were û ew ê her bibin deng û piştgirên girtiyên nexweş. Topaloglû an3i ziman ku ji bo îradeya girtiyan were şikandin her cûre polîtîka tê sepandin û divê her kes û her alî li dijî tecrîd û îşkenceyê dengê xwe derxe.    Topaloglû bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: "Tecrîdeke gelekî giran li ser Abdullah Ocalan tê meşandin. Li tu cihekî din tecrîdek wiha nîne. Dewlet dixwaze ku dengê Abdullah Ocalan tenê li derdora wî bê bihîstin û dengê wê negihîje civakê. Dixwaze bi vê tecrîdê civakê bêdeng bike. Tecrîd li hemû girtîgehan heye. Rêveberiya tecrîdê êdî gihiştiye lûtkeyê. Di serî de Îmralî bûye hedefa yekemîn. Ji bo dengê gel bibire, bi bêdengkirina rêberê wê dixwazin vî gelî tecrîd bikin. Heke tecrîd ji holê rabe, dê bibe sedem ku gel bi awayekî demokratîk bifikire. Wê bibe sedem ku gel hîn bêhtir fikrên azad derxîne holê. Dê şert û mercên Tirkiyeya demokratîk pêk bên.”    'FAŞÎZM EWILÎ LI GIRTÎGEHAN ÊRIŞ DIKE’    Endamê SGDF'ê Tuncay Yildirim Ozen jî diyar kir ku ji bo tecrîd, îşkence, desteserkirina mafan û ji bo dermankirina girtiyên nexweş ketine greva birçîbûnê. Ozen anî ziman ku girtî ji mafê jiyanê bê par in û tecrîdê ji Îmraliyê dest pê kiriye û niha li hemû girtîgehan belav bûye. Ozen anî ziman ku sedema bingehîn a tecrîda li Îmraliyê zextên li ser gelan e û wiha axivî: "Her ku faşîzm zêde dibe, cihê êrişê ya pêşî girtîgeh in. Cihê yekem ku dewlet û desthilatdarî êriş dike girtîgeh in. Tecrîda ku li ser Îmraliyê tê meşandin tecrîda li ser gelê kurd e. Hewl tê dayîn gelê kurd bitepisînin. Dema ku li girtîgehan destkeftî bi dest bikevin, wê rê li pêşiya tevgera girseyî ya demokratîk were vekirin."   MA / Hamdullah Yagiz Kesen