Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin 2023-01-23 09:05:55 AMED - Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku beriya giştînameya Wezareta Dadê derbarê girtiyên nexweş weşandiye de bikeve meriyetê, divê ATK ji holê bê rakirin nexwê baweriya wan bi giştînameyê nayê.   Bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag “Giştînameya Têkildarî Kêmkirin an jî Rakirina Cezayên Kesan a ji ber Nexweşî, Astengdarî yan jî Kalbûnê” hate weşandin. Li gorî giştînameya ji serdozgeriyan re hatiye şandin, di çarçoveya xala 104’emîn a Destûra Bingehîn de têkildarî rayeya sivikkirin an jî rakirina cezayan, biryara bêyî daxwaza hikumxwaran hebe zû were destpêkirin hate wergirtin. Piştî giştînameyê her kes li bendê ye ku ka girtiyên nexweş dê werin berdan an na.   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene . Dîsa li gorî rapora ÎHD’ê 38 girtiyên ên rewşa wan giran hene divê ku demildest bên berdan. Ji ber binpêkirinên mafan di sala 2022’yan de herî kêm 76 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Bangên berdanê yên rêxistinên mafên mirovan û malbatên girtiyan hê nehatine bersivandin, rayedarên hikumetê piştî ku yek ji girtiyên 28’ê sibatê korgenerale teqawîtbûyî Vûral Avar ê 85 salî di girtîgehê de mir, ketin nava liv û tevgerê.   GELEK NEXWEŞIYÊN OZKAN HENE   Yek ji wan kesên ku di lîsteya girtiyên nexweşên gîran de ye jî Mehmet Emîn Ozkan (84) e û niha li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê girtî ye. Ozkan bi îdiaya ku ji kuştina serferanderek tirk Bahtiyar Aydin ê di sala 1993’yan de bûyerên li navçeya Licê ya Amedê qewimî hatiye girtin. Ozkan ev 27 sal in girtî ye û di vê dema girtibûnê de gelek nexweşî lê peyda bûne. Guatra bijehr, nexweşîna guh û çavan, nexweşiya helandina hestiyan bi Ozkan re heye. Her wiha Ozkan heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji ber vê 4 caran jî anjiyo bûye. Ji ber ku nexweşiyên wî çend caran  nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye Ozkan, lê ji ber ku Saziya Tipa Edlî (ATK) bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan.   ‘JI 700 CARAN ZÊDETIR ÇÛYE NEXWEŞXANÊ   Di rapora Saziya Venihêrîna Cemaweriyê (Ombudsmanî) heta meha gulana sala 2022’yan de Ozkan 302 caran rakirina revîra girtîgehê, 374 caran şandine nexweşxaneyê. Di demên dawî de jî Ozkan her hefteyê herî kêm rojeke bi kursiyê tekerlek û deste wî kelepçekirî dibin nexweşxaneyê.   ATK BERDANÊ ASTENG DIKE    Di sala 2015'an û 2022’yan de Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dabû Ozkan. Lê Saziya Tiba Edlî (ATK) jî ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye Ozkan. Ozkan ji ber rapora ATK'ê nayê berdan.   BI ALIKARIYA LAWÊ XWE DIJΠ   Ozkan ku bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne, kurê wî Ahmet Ozkan ê di qawîşa wî de alîkariya wî dike. Keça Emîn Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku beriya Giştînameyê ji bo berdana girtiyê nexweş bila bingeha ATK’ê bê guhartin û got: “Baweriya me bi vê giştînameyê nayê.”   ‘BAWERIYA ME BI GIŞTÎNAMEYÊ NAYÊ’    Selma Ozkan anî zaman ku hefteya bihûrî bi bavê xwe re hevdîtin pêk aniye û wiha behsa rewşa bavê xwe kir: “Birayê min Ehmed bavê min bi ser kursiyê tekerlek anî cihê hevdîtine. Destê bavê min dilerizin, nikare bi telefonê bigire. Êdî guhê wî nabihîzin. Ew li me dinêre em li wî dinêrin. Ez bawer nakim ku bavê min me nas bike. Ev rewş di dema hevdîtina vekirî de xwe diyar dike. Di dema hevdîtinê de xatir nexwest û rabû çû. Berê xwe da deriyê em têde hatin. Yanî nizane diçe ku. Min bavê xwe hembêz kir. Li ser giştînamê her hefte dibin nexweşaxanê û gotine divê 11 branş lê binêrin. Ew ne mirovek saxlem e ku li 11 bijîşkan bê gerandin.”    ‘DIVÊ EWILÎ ATK JI HOLÊ BÊ RAKIRIN’    Ozkan diyar kir ku ew di hevdîtinê de li ser derketina giştînameyê jî axivîne û wiha domand: “Rewşa bavê min her ku diçe xerab dibe. Tevî ku rewşa wî giran e jî lê gelo çima wî bernadin? Em nikarin li hêviya vê giştînameyê bisekinin. Divê bavê min demildest were berdan. Ew bi serê xwe nikare saetekî jî jiyana xwe bidomîne. Heya ku ATK ji holê neyê rakirin û biryara  berdana nexweşan endin, baweriya me bi giştînameyê nîne.”   ‘BILA ATK ÊDÎ NEBE QATIL’    Ozkan bi bir xist ku ji bo girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatine şewitandin salek zêde malbatan bi çalakiya Eddeletê qerîna Edeletê kirin lê ev deng li aliye rayedaran ve nehat bihîstin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Di vê deme bi 10 cenaze li girtîgehan derket. Mirovên ku berdan jî mehan neqediya jiyana dest dan. Heman deme ATK ji bo Xelîl Guneş re gotibû dikare li girtîhehê bimîne lê nema û jiyana xwe dest da. Her çiqas nexweşxane ji bo bavê min dibêji nikare bimîne lê ATK dijî vê biryar dide û bavê min nayê berdan. Em naxwazin ATK bibe qatilê bavê min jî.    Bila êdî tabut ji girtîgehan dernekevin. Êdî bes e dilê malbatan şewitî. Bila demên xwe yê dawî bi malbatên xwe re derbas bikin. Em dixwazin êdî bavê min hembêz bikin. Heke edalet hebûya wê bavê min û girtiyê nexweş Apê Siddik û girtiyên bihatana berdan.”    ‘HEKE BIMIRE JÎ BILA LI MALA XWE BIMIRE’    Hevjîna Ozkan, Emîne Ozkan jî da zanîn ku hevjînê wê 27 sal in di girtîgehê de ye û ji bijîşkan bigire heta parêzeran, dadgeran hemû kes dizane ku hevjînê nexweş e. Ozkan bal kişand ser girtiyên nexweş û wiha got: “Girtiyên nexweş rewşa wan giran e. Ji bo wan êdî ne roj ne saet êdî nikarin deqîqeyek li girtîgehê bimînin. Ji ber vê divê demildest bên berdan. Xwedê neke tiştek bi hevjînê min bibe, wê lawê min tiştek bîne serê xwe. Lawê min Ehmed jî emeliyat kirine û bi vî halê xwe li bavê xwe dinêre. Gelo çima dema hûn wî dibin nexweşxanê deste wî kelemçe dikin? Êdî bes e wî berdin. Êvarê berdin bila serê sibehê li mala xwe jiyana xwe ji dest bide. Bila dîtina wî ji zarokên min re nebe hesret.”   MA / Mehmet Guleş