Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in 2023-01-23 09:03:32 ÊLIH - Dayika du girtiyên nexweş Rahîme Nebîoglû xwest ku her du lawên wê bigihîjin azadiya xwe û got: “Ji bo mafê jiyanê têdikoşin. Lawên min bidin min. Êdî bes e.”    Çîroka du birayan balê dikişîne ser xwe û birînên wan bêderman in. Firat (24) û Emrah (30) Nebîoglû di dîrokên cuda de li Êlihê tên girtin. Li gel ku her du bira jî nexweş in nayên berdan. Firat Nebîoglû di sala 2015’an de li Êlihê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê girtin û paşê 11 sal û 7 meh cezayê hefsê lê tê birîn. Firat li girtîgehên bajarên Êlih, Gumuşhane, Xarpêt dimîne û herî dawî wî sewqî Girtîgeha Amedê dikin. Firat niha li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T’yê tê ragirtin û ji ber felc bûye rapora wî ya ji sedî 92 astengdar e heye. Her wiha ji berk u gurçika wî têr nake bi diyalîzê dijî. Her wiha deng naçê û ronahiya çavê wî kêm bûne.    Firat ji ber gurçikê wî radikin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê û rapora “nikare di hefsê de bimîne” didinê. Saziya Tiba Edlî (ATK) jî di 14’ê adara 2022’yan de rapora “dikare di hefsê de bimîne” didin Firat. Her du gurçikên Firat jî xelas bûne û divê neqla gurçikê bo wî bê kirin lê ji bo vê yekê sê serlêdan hatine kirin û her sê jî bêbersiv mane.    JI SEDÎ 94 ASTENGDAR E    Emrah Nebîoglû jî di çalakiyên xwedîderketina Kobanê ya sala 2014’an de gule li serê wî dikeve û ji ber vê yekê felc dimîne. Piştre derbarê wî de doza “endamtiya rêxistinê” hat vekirin û hat girtin. 7 sal û 3 meh ceza li Emrah Nebîoglû tê birîn. Niha ew li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê girtî ye û cezayê lê hatiye birîn hê jî li Dadgeha Bilind di qonaxa lêkolînê de ye.    Nexweşxaneya Dewletê ya Herêna Êlihê ji sedî 94 rapora astengdariyê didin Emrah û gelek nexweşiyên din jî lê peyda bûne. Çavê wî baş nabînin, deng baş naçê û nexweşiya tansiyon jî pê re hene.    ‘NAXWAZIM CENAZEYÊ WÎ DERKEVE’    Dayika her du girtiyên nexweş Rahîme Nebîoglû diyar kir ku ev bûyer weke zilm û zordarî li wan tê kirin. Nebîoglû da zanîn ku hevjînê wê ji ber nexweşiya gurçikên wî têr nekiriye jiyana xwe ji dest daye û xwest zarokên wê jiyana xwe ji dest nedin. Nebîoglû anî ziman ku zarokên wê bi awayekî bêhiqûqî hatine binçavkirin û girtin û wiha got: “Firat di temenekî biçûk de bû. Di roja bûyerê de êm dida sewalên xwe. Lê belê bi hinceta tev li bûyeran bûye hat girtin. Bêyî ku delîlên berbiçav hebin, ceza lê birîn. Kurê min saxlem ket girtîgehê, niha bi diyalîzê têkoşîna jiyanê dide. Dema ku nêzîkatiya kêfî ya rêveberiya girtîgehê li bêhiqûqiyê hat zêdekirin jî wisa bû. Her çend her du gurçikên wî xelas bûne jî neqla gurçikê nayê kirin. Em diçin ku derî li rûyê me digirin. Ez naxwazim cenazeyên kurê ji hefsê derkeve. Kurê min bidin min, em wî derman bikin. Di malbatê de yên ku gurçika wan heye hene. Ew amade ne ku gurçikên xwe bidinê. Êdî bes e."   ‘ZAROKÊN MIN JI BO JIYANÊ TÊDIKOŞIN’    Rahîme Nebîoglû destnîşan kir ku lawê wê Emrah jî tevî ku nexweş bû jî hatiye girtin û wiha axivî: "Dema ku Emrah li derve bû em bi hev re ji bo Firat têdikoşiyan. Tevî ku nexweş bû jî serî li gelek cihan da. Lê her tim di nava têkoşînê de bû. Kurê min jî niha di girtîgehê de têkoşîna jiyanê dide. Rayedar bersivê nadin tu daxwazên me. Çawa 2 kesên bi nexweşiya wan giran hê jî di girtîgehê de ne? Bila ev îşkence bi dawî bibe. Ez bang li her kesê ku xwedî wijdan e dikim. Divê cenaze ji girtîgehan dernekevin. Ji bo zarokên min bên dermankirin pêwîste zemînek bê avakirin."   MA / Fethî Balaman