Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin 2023-01-22 09:03:01   HATAY - Li Girtîgeha Tîpa M ya Îskenderûnê der barê girtiyê bi navê Ferhat Demîrbaş de bi îdiaya "birîndarkirina hêsan" doz hate vekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê, li girtiyê bi navê Ferhat Demîrşbaş bi îdiaya di 31'ê gulana 2022'yan de di dema lêgerîna li qawîşan de unîformayê gardiyan Î.B. kişandiye û çirandiye lêpirsîn daye destpêkirin. Dozger lêpirsîn bi sûcê "birîndarkirina hêsan" daye destpêkirin. Dozger piştî lêpirsînê derheqê Demîrbaş de bi sûcê "Birîndarkirina hêsan" îdianame amade kir û berpêşî Dadgeha Ceza ya Asliye ya Îskenderûnê kir. Îdîaname ji aliyê 9'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Îskenderûnê ve hate qebûlkirin.    Di îdianameyê de îfadeyên muştekî Î.B. û gardiyanê şahid Î.O. hene. Demîrbaş ku tiştên pê tê sûcdarkirin qebûl nekiriye, diyar kir ku bi tu awayî dest nedaye stuyê Î.B. Muştekî Î.B. û gardiyanê şahid Î.O. jî Demîrbaş sûcdar kirin.    Mehtap Sert, parêzera Demîrbaş têkildarî mijarê wiha got: "Di 2015'an de piştî ku dosyeya der barê bûyerên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê li îstinafê hatin xerakirin, muwekîlê min tevî girtiyên din li girtîgehê hatiye derbkirin. Dadgerê dadgehê gava wan di nava xwînê de dît, girtek amade kir û ji dozger re şand. Çendî dadgerê dadgehê girtek amade kiriye û diyar kiriye ku hatine derbkirin jî, der barê gardiyanan de doz nehatiye vekirin. Lê rabûn der barê muwekîlê min de doz vekirin. Ev jî asta ku edalet hatiyê nîşan dide."    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen