Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe 2023-01-22 09:01:41   COLEMÊRG - Girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş nayê berdan. Hevjîna wî Sûltan Sevmîş got: "Ma li benda mirina wî ne?"   Her ku diçe tenduristiya girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş ku li Girtîgeha Wanê tê ragirtin xirabtir dibe. Sevmîş, bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. 11 sal berê nexweşiya "wîlson"ê li Sevmîş peyda bûye. Her wiha ji xeynî nexweşîna "wîlson"ê, di 16 salên girtîgehê de nexweşîna sîroz, şekir, mîgreng, nexweşîna çavan, biçûkbûna mêjî, xitimandina demaran, Hepatît B hwd. jî li Sevmîş peyda bûne. Sevmîş di sala 2017'an de emeliyat bûye û pûl xistine dilê wî. Di adara 2014'an de Girtîgeha Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye Sevmîş. Lê dîsa jî nayê berdan,    'EZ DIXWAZIM BÊ BERDAN'   Sûltan Sevmîş, hevjîna Giyasettîn Sevmîş destnîşan kir ku ya tê kirin zilm e û xwest girtiyên nexweş hemû bên berdan. Sevmîş bilv kir ku di 16 salên girtîgehê de gelek nexweşî li hevjînê wê peyda bûne û wiha got: "Herî dawî em ji bo hevdîtina vekirî çûn. Rewşa wî pir xirab bû. Ji bo ez li ber nekevim, got 'baş e.' Ma ji bo bê berdan divê bimre? Nayê dermankirin. Bi tena serê xwe di hucreyê de ye. Ez dixwazim hevjînê min û hemû girtiyên nexweş rojek berî rojekê bên berdan û bên dermankirin."