ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN 2023-01-22 09:00:08   * Girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş nayê berdan. Hevjîna wî Sûltan Sevmîş wiha got: "Ma li bendê ne bimire?"   * Li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê der barê girtiyê bi navê Ferhat Demîrbaş de bi îdiaya "birîndarkirina hêsan" doz haet vekirin.    * Meclisa Almanyayê tiştên di sala 2014'an de bi destê DAIŞ'ê hatibûn serê êzidiyan wekî komkujiyê pesend kir. Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca ji bo vê wiha got: "Ev biryareke dîrokî ye. Divê ne li ser peymanê tenê bimîne, heke jidil bin divê gaveke mezintir bê avêtin û daxwazên gelê Şengalê li ber çavan bên girtin."   * Li bajaroka Dêrahînê ya Qilebanê cerdevanê bi navê Ç. B. tacîza zayendî li zaroka 14 salî kiriye. Li gel ku cerdevan ji ewil hatiye binçavkirin jî lê piştre hatiye berdan. Hat diyarkirin ku malbata zarokê jî hewl daye ser bûyerê binixumîne.    * Welatî ji ber krîza aborî û bihabûnê goştê sor û yê mirîşkan ji bîr kirine. Welatî ji ber ku fiyetê wan erzan e, berê xwe dane masiyên Wanê.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 685’an de berdewam bike.    * Karkerên înşaetê ku ji ber heqdestê yewmiyeyê û mercên xebatê di greva birçîbûnê de ne dê li gel Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bidin. (13.00)