Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da 2023-01-21 16:33:18 NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê da zanîn ku di êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yê ya di 19’ê çileyê de şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye.    Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku êrişên artêşa tirk a dagirker ên li dijî herêmê dewam dikin û da zanîn ku di 19`ê Çileyê de balafirek bêmirov û biçek (SÎHA) a artêşa tirk a dagirker nuqteya Têkiliyên Leşkerî ya li bajarokê Rimêlanê ku ji bo koordînekirina hevdîtinên bi Koalîsyona Navneteweyî re dihat bikaranîn, bombebaran kir. QSD’ê ragihand ku di êrişê de şervanê wan ê bi navê Mihemed Hacî Mihemed (Rojhat Hesekê) di rêveberiya têkiliyên bi Koalîsyona Navneteweyî de kar dikir, jiyana xwe ji dest da û şervanek jî birîndar bû.