Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin 2023-01-21 15:57:25   EDENE - Endamên ESP’ê û SGDF’ê ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan bi dawî bibe dan destpêkirin veguhestin Edeneyê, banga piştevanî û têkoşîna hevpar kirin.    Çalakiya ku Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dane destpêkirin didome. Endamên ESP’ê û SGDF’ê piştî Îzmîr û Stenbolê çalakiya xwe veguhestin Edeneyê. Çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmeya “Em piştevaniyê mezin bikin, tecrîdê bişikînin” li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê bi civîneke çapemeniyê dest pê kir. Çalakiya greva birçîbûnê wê rêveberê ESP’a Edeneyê Emrah Topaloglû û endamê SGDF’ê Tûncay Yildirim Ozen bidomînin.    ‘BILA TECRÎDA MUTLEQ BIDAWÎ BIBE’   Ji bilî endamên ESP’ê û SGDF’ê nûnerên ÎHD, HDP, TOP, EMEP û rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Emrah Topaloglû yê kete çalakiya greva birçîbûnê bal kişand ser tecrîda ji girtîgehan dest pê kir û belavî hemû welat bûyî kir. Topaloglû yê qala rewşa girtiyên nexweş kir xwest tecrîda mutleq demildest bi dawî bibe. Topaloglû, anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê wê bi awayekî gerok bidome û banga piştevanî û têkoşîna hevkar kir.    Endamê SGDF’ê Tûncay Yildirim Ozen jî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û tecrîda mutleq, anî ziman ku desthilat bi girankirina tecrîda li girtîgehan dixwaze girtîgehan têxe bin kontrola xwe û destnîşan kir ku mafê jiyanê yê girtiyan ji dest wan hatiye girtin. Ozen, da zanîn ku sedemê ketina wan a çalakiya greva birçîbûnê rakirina tecrîda mutleq e û hemû beş tecrîdê têxin rojeva xwe ye.   Hevserokê AATUHAY-DER'ê Nîmet Sezgîn da xuyakirin ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li hemû girtîgehan û li welêt tecrîda mutleq roj bi roj zêde dibe û destnîşan kir ku dewlet li gorî hiqûqa xwe jî tevnagere û banga hevgirtinê û têkoşîna hevpar kir    ‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE’   Herî dawî jî metnê çapemeniyê yê hevpar Emrah Topaloglû xwend. Topaloglû, bal kişand ku binpêkirinên mafan ên herî giran li Girtîgeha Îmraliyê li ser Ocalan tên pêkanîn û wiha axivî: “Têkiliya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi temamî ji cîhanê re hatiye qûtkirin. Ji ber ku rejîma qesrê ya faşîst ji bo pirsgirêka bekayê çareser bike, tu çareya wê ji zêdekirina girtîgehan û zext û terorê nîne.”   Hat diyarkirin ku Topaloglû û Ozen ên tev li greva birçîbûnê bûne wê biçin serdana hin rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî.