Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye 2023-01-21 15:18:21   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser rewşa Mehmet Saît Yildirim (71) ê 28 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê ragirtin û destnîşan kir ku Yildirim ê 3 salan zêdetir e di hucreya yek kesî de tê ragirtin ji ber tenduristî û temenê xwe nikare di hucreya yek kesî de bimîne.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 268’emîn li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, dimirin” hate vekirin. Nûnerên HDP’ê û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli rewşa Mehmet Saît Yildirim ê 71 salî ku 28 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê ragirtin vegot.    Canli, da zanîn ku Mehmet Saît Yildirim ê Îmrali jî di nav de li gelek girtîgehan maye ji 6’ê îlona 2018’an ve di hucreya yek kesî de dimîne û qala nexweşiyên wî û raporên wî kir.    NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Canlı, destnîşan kir ku Yildirim ê nexweşiyên dil û kezebê pê re hene nikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne û bi lêv kir ku divê Yildirim di bin kontrola bijîşkekî de û bi awayekî bi rêk û pêk dermanên xwe bikarbîne. Canli, anî ziman ku Mehmet Saît Yildirim ji ber temen û tenduristiya xwe nikare di hucreya yek kesî de bimîne û bi lêv kir ku divê demildest ji hucreyê bê derxistin girîngiyê bidin dermankirina wî û ji bo li cihekî baş were dermankirin divê demildest were berdan.