Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin 2023-01-21 12:13:28   COLEMÊRG - Cenazeyê Ferhat Atilgan ê ji bo îfade bide çû Edliyeya Geverê û bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê duh ciwanê bi navê Ferhat Atilgan (26) ji bo îfade bide çû Edliyeya Geverê û dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kir. Tê gotin Atilgan li ser vê daxwaza dozger derketye qata 3’yan a edliyeyê û xwe avêtiye. Atilgan ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û li gel hemû mudaxileyên bijîşkan jî nehatiye rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Atilgan piştî karûbarên otopsiye li Goristana Bajêrge hat veşartin.    Hat diyarkirin ku parêzera Atilgan gotiye bi hêceta li ser lepikek ku di sala 2015’an de molotof pê hatiye çêkirin şopa destê miwekîlê wê derketiye, dozger daxwaza girtinê kiriye û sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kiriye lê belê biryarek girtinê ya teqezkirî nebûye.    Li aliyê din heta niha têkildarî mirina bi guman a Atilgan daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.