Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin 2023-01-20 16:55:10 STENBOL – ESP û SGDF’iyan bi mebesta protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan daxuyanî dan. Polîsan êrişî daxuyaniyê kir û 10 kes binçav kirin.    Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan, piştî Îzmîrê li Stenbolê dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê di 18’ê çileyê de piştî daxuyaniya li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dest pê kiribû. Endamên ESP û SGDF’ê xwestin li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî bikin.    Partiyî û welatiyên ku li pêşiya girtîgehê kom bûn pankarta “Em piştevaniya mezin bikin, tecrîdê bi dawî bikin” vekirin. Di vê navberê de polîsan dora girseyê girt û bi hinceta “qedexe ye” destûr nedan daxuyaniyê.    10 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Beşdaran jî bertek nîşanî biryara qedexeyê dan û bi dirûşmên “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” û “Rûmeta mîrovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” bertek nîşanî dorpêç û biryara qedexeyê dan. Li ser vê yekê polîsan êrişî girseyê kir û 10 kes binçav kirin. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Huseyîn Îldan, Leyla Can, Berfîn Polat, Kalender Polat, Berkan Devecî, Adnan Ozcan, Selfînaz Goçmez, Omer Akgun, Sedat Polat û kesê bi navê Mazlum ku paşnavê wî nehat zanîn.”