‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’ 2023-01-20 15:45:49   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn neamadekirina îdianameya 16 rojnamevanên kurd bir rojeva Meclisê û got ev rewş binpêkirina maf e.    Li gorî Endeksa Azadiya Çapameniya Cîhanê, Tirkiye sala 2022’yan di nava 180 welatan de di rêza 149’emîn de cih girtiye. Li seranserî Tirkiyeyê nêzî 90 rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî ango rojnamevaniyê girtî ne. Hejmara lêpirsînên derbarê rojnamevanan de hatine destpêkirin nayê zanîn. Li gorî Rapora Binpêkirina Mafan a 2022’yan a Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), di 2022’yan de 39 rojnamevan hatine girtin û li 76 rojnamevanan ceza hatiye birîn. Her wiha di raporê de tê gotin 56 rojnamevan bi êrişan re rûbirû mane û polîs û leşker li qadê ewilî rojnamevanan dikin hedef.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn têkildarî rewşa rojnamevanan pêşniyazî li Serokatiya Meclisê kir ku lêkolînê bike. Tosûn her wiha ji bo ku Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag derbarê rewşê de agahî bide pêşniyazname pêşkêş kir.    ZEXTÊN LI SER ROJNAMEVANÊN KURD ZÊDE DIBIN    Tosûn di pêşniyaznameya xwe de bi bîr dixe ku 16 rojnamevanên kurd ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 16’ê hezîrana 2022’yan hatine girtin. Tosûn her wiha girtina 9 nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JinNewsê ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatin girtin jî bi bîr dixe. Tosûn da zanîn ku dema rojnamevan hatine binçavkirin bi tundiya polîsan re rûbirû mane û destê rojnamevanan ji pişt ve hatine desteserkirin. Tosûn destnîşan kir ku bi mehane derbarê 16 rojanmevanên kurd ên li Amedê hatine girtin de îdianame nehatiye amadekirin û neamadekirina îdianameyê rê li ber binpêkirina mafê rojnamevanan vekiriye. Tosûn diyar kir ku hevdîtin û serdana li gel rojnamevanan tê astengkirin û bi vê yekê re jî rojnamevan Abdurrahman Gok ê di Newroza 2017’an de wêneyên qetilkirina Kemal Kûrkût kişandine bi cezakirinê re rûbirû maye û Dadgeha Bilind cezayê lê hatiye birîn erê kiriye.    Tosûn destnîşan kir ku rojnamevanên kurd bi zextan, tundiyê û astengiyan re rûbirû dimînin û her ku diçe zextên li ser wan zêde dibin. Tosûn bi bîra Wezareta Dadê xist ku neamadekirina îdianameya rojnamevanên ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine girtin dibe sedema zêdetirîn binpêkirina maf û derbarê rewşa rojnamevanan de pirs kirin û xwest Wezareta Dadê pirsan bibersivîne.